Cîhan

Ji ber Koronayê 7 milyar dolar qazanc kir

Mindray Bio-Medical Electronics Co.,Ltd. Kompanyayekî mezina berhemanîna pêdiviyên pizîşkiye li Sîngapurê, Birêveberên Kompanyayê zêdebûna dahata kompanyayê ji ber firoştina Vantîleyterê ragihand. Li gor beyannameya kompanyayê tenê li sê mehên derbasbûyî de, sê hevdamezrênerên kompanyayê 7.3 milyar dolar qazancê kirine.

Li Xiting Birêveberê Giştî yê Kompanyayê daye zanîn ku sê milyar dolar çûye ser samana wî û bi komkirina 12.7 milyar dolar çûye rêzbenda pênç dewlemendên cîhanê û heman demî de bûye dewlemendtirîn sermayedarê Sîngapurê.

Her yek ji kompanyayên Ford, Mercedes Benz, Rolls-Royce, Chevrolet û çendîn kompanyayên dinê berhemanîna otombêlan dest bi berhemanîna amêrên vantîlatorê kirin ku Serok Komarê Amerîka daxwaz ji wan kiribû.

Ventilator amêrêkî pizîşkiye ji bo dirustkirina nefes kişandin û henasedana destkirde, ji bo wan nexweşên Koronayê gelek tê bikaranîn.

Back to top button