Cîhan

Ji ber Corona, hemû sînorên Îranê hatin girtin

Piştî ku li Îranê 8 kes ji ber virusa corona jiyana ji xwe destdan, piştî girtina sînorên Kurdistan, Iraqê li ser Îranê, Pakîstan, Efxanîstan û tirkiye jî biryara girtina sînorên xwe yên li gel Îranê da. Bi vê yekê jî hemû sînorên Îranê yên navdewletî hatin girtin.

Ji ber virusa Corona ku Kurdistan û Iraqê biryara girtina sînorên xwe yên li gel Îranê dan, paşê tirkiye biryar da ku sînorên xwe bigre. Her wiha Pakistanê jî sînorên xwe yên li gel herêma Belucîstana Îranê ji ber virusa Corona girtin.

Her wiha Efxanîstanê jî hatin û çûna Îranê qedexekir û sînorên xwe ji Îranê re girtin.

 

Back to top button