Li gora nûçeyek di Rudawê de,nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey dûr dibîne Tirkiyê plana operasyoneke din a serbazî bo ser Rojavayê Kurdistanê hebe.
James Jeffrey di hevpeyvînekê de tekez kir, “me rêkeftin li gel Tirkiyê heye û her tevgereke serbazî ya Tirkiyê binpêkirina wê rêkeftinê dibe. Em her tim di civînên li gel Tirkan wan xalan zelal dikin.”
Jeffrey got, “me ti tiştek nedêtiye ku amajeyek be bo amadekariya Tirkiyê ya tevgereke serbazî. Di heman demê de me di karek an hincetek ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve nedîtiye ku rewayetî bi karvedana Tirkiyê bide.”
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo karûbarên Sûriyê, derbarê giftugoyên di navbera aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê jî got, Washingotn palpiştiyê li karkirina li gel HSDê û Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dike, ev jî ji ber çend sedeman.”
James Jeffrey ew sedem jî aşkere kirin, “Yekem, em dixwazin opozisyona Esed bi temamî yekgirtî be. Duyem, yeke ji wan babetên ku di nav civaka Kurdên Sûriyê de heye, rola PKKê ye. Em PKKê wek rêxistineke terorîstî binav dikin.”
Jeffrey dibêje, “Em dixwazin ku kadroyên PKKê ji Sûriyê derkevin, ji ber ku sedema serekî ya aloziyên bakûrê rojhilatê Sûriyê, hebûna PKKê ye. Ew jî dixwazin wan aloziyan nehêlin. Ji ber ku wan li wê navçeyê, ji nêzîk ve karkirin li gel Tirkiyê heye. Amerîka li gel Tirkiyê rêkkeftin heye ji bo tevgerên serbazî. Di demekê de dilgiraniya rasteqîne ya Tirkiyê pêkhateya HSDê û hebûna PKKê ye. Çareserî ev e ku kar ji bo kêmkirina û nehiştina PPkê li wê navçeyê ye. Lewra ew piştgiriya diyaloga Kurdî dikin.”
Herwiha Jeffrey dibêje, Amerîkayê ajandayeke siyasî bo ti grûp, pêkaheteyeke etnîk an ti kesî nîne li Sûriyê û tekezî li ser biryara 2254 a Encûmena Asayişa Netewên Yekbûyî kirk u taybet bi Sûriyê.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo karûbarên Sûriyê got jî, “me pêwîstî bi bingeheke qayîm û cêgir heye bo hewlên me yên dijî DAIŞê, ji ber ku wan hewlan pêwîstî bi hevbeşên navçeyî ye. HSD hevbeşê me yê serbazî ye û rêveberiya wê ya sivîl jî hevbeşê me ye. Divê rêveberiyeke sivîl hebe, ji ber ku rejîma Esed di sala 2013 û berî wê jî ji wan navçeyan vekişiyaye. Her ji ber hindê em pêkhata Kurdî û Erebên wê hevpeymaniyê han didin bi hev re kar bikin, hevbeşiya desthilatê bikin û ciyawaziyan bidin aliyekî.”