PolîtîkRojev

Japonya dixwaze avadankirina Kurdistanê de beşdar bibe

Roja çarşem 21.10.2020 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanima Nagayama Yoshiko Konsola Japonya li Hewlêrê kir.

Li civînê de Serok Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna Konsola nû ya Japonya li bajarê Hewlêrê kir û li erk û karên wê da hêviya serkeftinê ji bo wê xwest. Her li vê hevdîtinê de Konsola Japonya ji bilî derbirîna rêzê xwe ya ji bo gelê Kurdistanê tekez li ser daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê û her wiha beşdariya li proseya geşkirin û avadankirinê kir. Konsola Japonya xweşhaliya xwe jî bi wê aramiya ku li Herêma Kurdistanê da heye ragihand û pîrozbahiya rêkeftina Şingalê ya li navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal kir.

Nirxandina encamên pejika Korona mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Back to top button