Japon nîvê lêçûn û mesrefa geşta geştiyaran dide
Wekî handan û teşwiqek ji bo rakişandina geştiyaran, Hikumeta Japonê bi niyaze nîvê pereyê bilet û ticketê firokeya wan geştiyaran bide eger li nîvê duyema îsal da serdana wî welatî bikin.
Ji ber virusa Korona û rawestana geştên asmaniyan kerta geştiyariya Japonya ziyaneke mezin li ber ketiye û rêjeya geştiyariyê li Japonya nêzîkî % 99 daketiye.
Daketina rêjeya geştiyariyê li Japonya di demek daye ku dihate pêşbînî kirin îsal zêdetirîn geştiyar serdana wî welatî bikin, bi taybetî jî ku biryar bû yariyên olimpiyata sala 2020 da li Japonya birêvebiçûya.
Hikumeta Japonya ji bo geşkirina kerta geştiyariya welatê xwe çend paketên handan û teşwiqkirinê amadekirin, li nav wan da bi niyetin nîvê pereyê ticketa firokeyê wan hemû geştiyaran bidin, eger îsal serdana welatê wan bikin.