Polîtîk

Îstixbarata Roboskiyê mij û dûman e

Di meha kanûna 2011an de, li ser sînorê Iraq û Tirkiyê, balafirên şer yên Tirk, gûndiyên Roboskiyê yên çûbûn qaçaxiyê, bombebarandin û 34 gûndiyên sivîl kuştin. Yên hatin kuştin pirraniyê wan zarok bûn û ji heman malbatê bûn. Ji ser bûyerê de nêzikî pênc meh derbas bû, lê komkujiya Roboskiyê zelal nebû. Îro her roj nûçeyên din yên balkêş derdikevin holê. Her alî, çi Emerîka, çi rojnamevan û rayedarên îstixbaratê, çi serfermandariya Tirk û çi hikûmet, gorî xwe daxuyaniyan didin û her yek yên din derewîn dihesibînin. Gelo kî rast dibêje?

Li ser nûçeya Wall Street Journal a rojnameya Emerîkî, ku ji aliyê Joe Parkinson û Adam Entous ve hatibû nivisandin, komkujiya Roboskiyê di çapemeniyê de cihekî fireh girt. Nûçeyê de dihat angeşte kirin ku, îstixbarat ji Emerîka hatiye û wan xwestiye predatoran hîn nêzika karwanê bikin û dîmenê hîn baş seh bikin lê efserên Tirk berevajî vê kiriye û predator dûra karwanê daye. Li ser vê nûçeyê, serfermandariya Tirk daxuyaniyek da û ev nûçeya red kir. Serfermandariya Tirk dibêje îstixbarata me girtiye, çavkaniyên milîne û dîmenên sifteh ji aliyê wesaîtên me yên bêmirov ve (heron) hatine kişandin.

Dema van tiştana diqewimîn, parlementerê BDPê Hasip Kaplan jî, bang li parêzerên gundiyên Roboskiyê kir ku dozê li Emerîkayê vekin.  

Hîn niqaşa navbera serfermandariya Tirk û Wall Street Journalê germ bû, îcar Pentagonê daxuyanî da. Pentagon, di daxuyaniya xwe de eşkere nabêje “me îstixbarat nedaye” lê dibêje ev nûçe nikare navbera Tirkiyê û Emerîkayê bişehtîne. 

Piştî ev hemû niqaşan, careke din nivîskarên Wall Street Journalê daxuyaniyek bi rêya twitterê weşandin û gotin, em li ser nivîsa xwe ne, ger yên vê qebûl nakin, karin belgeyan bi me re bînin.

Niha tenê a zelal, kuştina 34 gundiyên Roboskiyê ye, her tiştê din, mij û dûman e.          

Back to top button