Îsrail û Filîstînî jî li hev tên?
Piştî çend civînên nihênî ku di navbera Îsraîl û Filistînê de çêbûne, êdî tê gumankirin ku wê aştiyek têkeve navbera Îsraîl û Filistîniyan jî.
Çewa ku yek ji serokên Hemasê bi navê Xelîl Xeyam jî piştrast kiriye ku bi nabervantiya Misrê, Îsraîl û Filistiniyan agirbest kirine û Îsraîlê dorpêçiya aborî ji ser Filistînê rakiriye, herweha wê guftûgoyên nerasterast di navbera wan de berdewan bin.
Dîsa hatiye ragîhandin ku lejneyek hatiye avakirin ku xalên agirbestê têxe jiyanê û daxwazên xelkê Xezayê bidin ber çavan û wekî din li ser gelşên heyî rawestin. Berî du heftiyan jî, ev lijne digel ya Îsraîlê li Qahîreyê hevdîtin kirine.
Misriyan jî gotiye ku wê Îsraîl di nêz de bersiva daxwazên Filistiyan bigehîne me û em ê jî pêşkêşê Filistîniyan bikin.
Lê belê Hemasê gotiye ku ew rasterast bi Îsraîlê re guftûgo nake û dê bi riya Misrê he berdewam bin.
Berî niha bi demekê serbestkirina dîlên Filistînî ku ji aliyê Îsraîlê ve bi cih hatibû, bi eynî hawe goftûgo dîsa bi riya Misrê çêbûbû.
Li Şerîaya Rojava danûstendin di navbera desthelatiya Filistîn û Îsraîlê de her berdewam in.
Rojeva Kurd