Îsrail li suriye êrîşê Baregehek leşkerê Îranê kir

Balefirên Îsrail êrîşê baregehek leşkerî yî Îranê li Suriye kirin. Li gora ragihandina rojnama Îsrailî Haaretz, balefirên cengî yên Îsrail êrîşek bi hêz birin ser baregehek leşkerî yê Îranê li Suriye.Baregehê leşkerî 13 kilometreyî nêzikî Şamê ye û li devera El Kisvayê ye.Balefirên Îsrailî ezmanên Libnanê re derbas bûn û baregehê artêşa Îranê bombebaran kirin. Dema bombebaranê de dengê teqînên bi hêz hate bihîstin. Dema êrîşê de elektrîk li bjarê Şamê qut bûn. Ji baregeha leşkerî fûze avêtin balefirên Îsrailî.


