Cîhan

Giringiya hevditina Macron û Barzani

Piştî referanduma serxwebûna Kurdistanê, Iraq bi hemû awayî xwest rewşa siyasî û darayî li Kurdistanê teng bike. Lê Kurdistanê ber xwe da û tu helwestên hukumeta Bexdayê yên ne yasayî qebûl nekir. Herweha Kurda di siyaseta rêvebirîn de, neheqiya Iraqê dane îspat kirin. Heta redeyekî ew welatên rojavayî ku pişgiriya helwesta Iraqê dikiran poşman bûn.Di siyaseta navnetewî de rola herî xirab li tenişta Îranê Îngiltere leyizt. Ingilîza siyaseta xwe ya dijberiya Kurdistanê bi awayekî berdewam kir. Serdana serokwezîra Îngiltere ya Bexdayê bi xwe delîlê siyaseta Îngiltere ya çewt a Iraqî bû.Piştî serdana serokwezîra Îngiltera ya Bexdayê, serokê Fransayê Emmanuel Macron serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrva Barzanî wexwand Fransayê. Ji bo qedexekirina ezmanên Kurdistanê, serokwezîrê Kurdistanê li gel şandekî  bi rêya deriyê BrahimXelil derbasî Şirnex bû. Ji vê derê balefirek taybet çû Parisê.Hevditina Nêçîrvan Barzani û Macron dikare bibe milat ji bo hinek guhertina. Herweha dikare  bandora xwe li siyaseta Amerika û gelek welatên Ewropayê ya li Iraqê bike.Di rastiya xwe de li Iraqê gelek grubên cuda bi awayek mafyawarî vî welatî îdare dikin. Ebadi bi xwe nizane çi dike. Gavên îro tavêje dibe sedemek ku Kurd behtir nêzikî serxwebûnê bibin.Helwesta Fransayê di vê derbarê de gelekî girîng e. Kurd niha li gel Iraqê diyalogê dixwazin. Dixwazin ku destûra Iraqê bê rêvebirin û her tiştek li gora destûrê çêbibe. Lê hukumeta Ebadî guh nade qanûnê li gora pêwistiyên xwe hereket dike. Cîhan hemû vê yekê dibîne.Fransa dixwaze bibe aktorek xwedî bandor li Rojhilata Navîn. Rêya vê yekê jî Iraq û Kurdistana Başûr re derbas dibe.Hevdîtina Barzani û Macron girînge û dikare gelek tişta biguherê.

Back to top button