Cîhan
Îsraîl: Em amade ne pirsgirêkên bi Hizbullahê re çareser bikin
Wezîrê Parastina Îsraîlê Yoav Gallant ji şêwirmendê Serokê DYA Joe Biden Amos Hochstein re ragihand ku Tel Aviv amade ye pirsgirêka bi Hizbullahê re bi rêyên dîplomatîk çareser bike.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ofîsa Wezareta Parastinê, Gallant li Tel Avîvê bi Hochstein ra hat cem hev.
Di civînê de pirsgirêka ewlekariya li ser sînorê Lubnanê û rêyên vegera awareyên Îsraîlê ji bo malên xwe hatin gotûbêjkirin.
Gallant ji Hochstein re got ku, “Em amade ne bi rêyên dîplomatîk pirsgirêka Hizbullahê ya li başûrê Lubnanê çareser bikin. Lê em ji bo senaryoyek din jî amade ne”.
Wezîrê Parastina Îsraîlê diyar kir ku welatê wî bi biryar e ewlekariya sînorê Lubnanê baştir bike û metirsiya êrîşên ji wir ji holê rake.