Cîhan

Îsraîl dewleta kurdî dixwaze, Îran li dije

Îran bersiva wezîra Dad a Îsraîl dide.Ji berî demekî wezîra Dad a Îsraîl Ayelet Shaked di civîna salane ya INSS a ewlehiyê de axavtinek kir.  Shaked di axavtina xwe de behsa pêwistiya serxwebûna Kurdistanê kir û got emê pişgiriya ragihandina dewleta kurdî bikin. Bê guman ev axavtina wezîra dadê siyaseta dewleta Îsraî bi xwe ye.Îranê bi awayekî dîtina xwe di derbarê ragihandina dewletek kurdî de daxûyakirin. Şêwirmendê rêberê Îranê û Wezîrê berê yê Derve, Elî Ekber Vilayet di bersiva Shaked da . Rojnama Aydinlik a Tirki de Vilayet dibêje: Îsraîl tu cara nagihêje vê armanca xwe.Herweha Vilayetî avakirina dewletek Kurdî li Başûrê Kurdistanê wek “Îsraîl a Duyem“ bi nav kir û got em naxwazin Iraq û Tirkiye parçe bibe.Hemû aliyên siyasî yên herçar parçeyên Kurdistanê, rastiya ragihandina dewletek kurdî û di vê derbarê de helwesta Tirkiye, Îran, Iraq û Suriye dizanin. Lê mixabin li gora vê yekê siyaseta xwe dizayn nakin.Ji her çar dewletên dagirker kîjan di vê pvajoyê de serxwebûna Kurdistanê nasbike, ew divê ji aliyê kurdan ve gelek erênî bê pêşwazî kirin. Îro pîvana dostbûna Kurdistanê di cîhanê de bûye, qebûl kirin yan jî redkirina dewletek Kurdî li Başûrê Kurdistanê de.Îsraîl ji Îranî gelektir nêzikî Kurdaye. Raste di herêmê de ragihandina dewleta Kurdî gelekî girînge. Dema Îsraîl vê dewletê nas bike dê kurd heta qiyametê spasdarê wan bin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button