Nivîsar

Îsmail Beşikçi û Wefadariya Kurdan

Bêguman Dr. û Sosyologê Tirk Ismail Beşikçi, wek nivîskarê civaknasiya Tirkiyê tê naskirin. Di medyayê de jî Beşikçi wek “Mamosteyê Kej” hatiye binavkirin. Çend roj berê li ser vexwendina Weqfa Xêrxwaziya Berzaniyê Nemir, Beşikçi çû serdana Başûrê Kurdistanê.

Kurdan ji Ismail Beçikçi re wefadariya xwe nîşanda û rûmeteke mezin danê ku ew dê bi tîpên zêrîn di mêjû de bête nivîsandin.
Dr. Ismail Beşikçi di 1939an de li navçeya Iskipê rojbaşî daye jiyanê û her li wirê jî dest bi xwendina dibistanê kiriye. Li parêzgeha Çorumê lîse xwendiye û di 1962an de jî Zanîngeha Enqerê Beşa Zanistiya Siyasî qedandiye.

Beşikçi ji sala 1965 hetanî 1971ê jî, li zanîngeha Erzeromê di beşa sosyolojiyê de asîstanî kiriye. Lê piştî muhtîraya 12ê Adara 1971ê, ew ji karê Zanîngehê hatiye avêtin û piştre ew ”tawanbar” kirine û xasma jî, ji bo xebatên wî yên zanistiya li ser Doza Miletê Kurd jî gelek caran hatiye girtin û salên dirêj di girtîgehan de maye.

Ismail Beşikçi ji ber ku piraniya xebatên xwe yên zanistiyê li ser Doza Kurdî terxan kiriye, heşt caran ketiye girtîgehê û heşt caran jê derketiye.
Ismail Beşikçi ji bo ku mafê Kurdan parastiye, salek berî Cuntaya 12ê Êlûna 1980yî, ango di 1979an de ketiye girtîgehê û di 1987an de çendî ku hatiye berdan jî, lê dîsa ketiye girtin û gelek doz lê hatine vekirin. Ha wisa ew girtî maye hetanî 1999an, hêj wî serbest kirine.

Komara Tirkiyê, li gor zagonên Kemalîzmê, ji bo hemû dozan 100 sal girtîgeh û deh milyon jî dirav wek seza daye Ismail Beşikçi. Herweha dadgehên Kemalîst ji 36 pirtûkên Ismail ên ku hatine weşandin jî, 32 ji wan qedexe kirine.

Ev zatê ku hewqas xwe kiriye goriya zanistiyê û lêkolînên bi zanistî kirine û pêşkêşê mirovan û mirovatiyê kirine, hin caran ji aliyê hin kes û saziyên dilxirab ve jî hatiye tehdîdkirin.

Bêguman dem hatiye ku êdî Kurd wefadariya xwe li pêşberê rêzdar Îsmail Beşikçi bi cih bînin.
Ismail Beşikçiyê ku 17 sal ji bo parastina Doza Miletê Kurd ku di girtîgehên dewleta ”xwe” de maye, eger hindik be jî, Kurdan di van demên dawîn de û bi eşkeretî herweha bi dilovaniyeke vîndar, rûmet danê û ji bo wî rêzgirtineke dilhênik dane nîşandan.

Yek ji wan rûmetên ku Kurdan dane Ismail Beşikçi, ev bûye ku Kurdan weqfeke lêkolînê bi navê wî ava kiriye û bi navê wê danîne “Weqfa Îsmail Beşikçî”. Navenda Weqfê, li Istiklal Cadeya Teqsîma Stenbolê ye.

Herweha dema ku Beşikçî (11.09.2012) digel du hîmdarên Weqfa bi navê xwe ku çûye Amedê, şaredarê bajêr Osman Baydemir bi baqên gul û çîçekan pêşwaziyeke germ ji bo cenabê wî daye nîşandan.

Hêja ye bê gotin ku cara pêşî gava Beşikçi çûye Amedê (19. 06. 1971), di heman demê de hatiye desteserkirin. Ev car hatina Beşikçi ya Amedê, piştî 38 salan bûye cara duyemîn ku hatiye.

Demekurtek piştî serdana Amedê, Ismail Beşikçi îcar li ser vexwendina Weqfa Xêrxwaziya Berzaniyê Nemir, ji bo çûna Başûrê Kurdistanê hatiye vexwendin.
Roja 25ê Nîsanê dema Beşikçî çû geha Hewlêrê, heta ku ew li Başûrê Kurdistanê bûye, brokratên Kurd ên bala jê cuda nebûne û bi parêzvanên taybet jî hatiye parastin. Beşikçi li her deverê wek bi protokola serokdewletan hatiye pêşwazîkirin.

Pêşî civînek li Zanîngeha Selahedînê ji bo Beşikçî hatiye amade kir. Beşikçî behsa zordestî û cewra ku li Kurdan dibe, bi zimanekî zelal eşkere risterîz kiriye. Piştî bersiva pirsên guhdaran, Nivîskar Ferhad Pîrbal çû ber Ismail Beşikçi û ferek pêlav ji nigê wî derxist, berê xwe da temaşevanan, pêlava wî maç kir, danî ser serê xwe û got: “Ez ê vê pêlava kek Ismail têxim mûzexaneyê û biparêzim da bibe malê dîrokê.”

Ismail Beşikçi di daxuyaniyekê de ji bo rojnameya Rûdawê gotiye, ew pir kêfxweş e ku dibîne Alaya Kurdistanê va ye li ser xaka Başûrê Kurdistanê liba dibe.
Serokê Kurdistanê rêzdar Mesûd Berzanî li Pîrmamê bixêrhatineke germ daye Ismail Beşikçi û pêşwaziyeke babeta salên girtîgehê bo wî daye nîşandan.
Di hevdîtinê de Ismail Beşikçi şadiya xwe ji bo serdana Başûrê Kurdistanê diyar kiriye û dîtina Alaya Kurdistanê û hêza Pêşmerge li Kurdistana Azad bi awayekî xweşbînî beyan kiriye.

Herweha Beşikçi ji bo pêşeroja Neteweyê Kurd jî geşbîniya xwe anîye zimên û gotiye: Hemû mafên Kurd ên rewa di Sedsala Bîst de jê hatine stendin.
Paşê Beşikçî behsa wan êş û azarên ku di Sedsala Bîstî de li Neteweyê Kurd hatine kirin û xebata wan lîderên Kurd ên weke Şêx Mehmûd Berzencî, Şêx Seîdê Pîran, Qazî Mihemed û Barzaniyê Nemir di berxwedana netewî de bi girîngî behs kiriye.

Serok Barzanî ji bo rêzgirtina aştîxwazî û bergirîkirina Beşikçî ji bo parastina mafê Neteweyê Kurd, wek deynekî wefadariyê bi cih aniye û bi navê Neteweyê Kurd, ew bi madalyaya Barzaniyê Nemir xelat kiriye.

Ev rûmet û rêzgirtina ku ji serî ve xelkê kurd, Hikûmeta Başûrê Kurdistanê, serokatiya Kurdistanê, sazî û kesayetiyên Kurd ku ji bo Îsmail Beşikçi dane xuyakirin, deynê fedekarî û wefadariya Neteweyê Kurd e ji bo Beşikçi ku ew 17 sal ji bo Doza Kurdan di girtîgehên dewleta xwe de maye.
Ev rûmet û xelat, ne tenê li ser navê Kurdên Başûr, herweha ji bo her çar beşên Kurdistanê û bo hemû Kurdistaniyan çêbûye.

Ji ber ku di mêjûya Kurdistanê de cihekî Ismail Beşikçi yê pir girîng û taybet heye û ew babet e ku bi her payeyekê were xelatkirin.
Bi vê yekê Neteweyê Kurd careke din hem ji bo dostên xwe û hen ji bo nedostên xwe, da peyitandin ku alîkarî û qenciya ku pê hatiye kirin, çu car jibîr nake û nekiriye jî.

Tiştê balkêş ev e ku Ismail Beşikçi li welatê xwe, li dewleta xwe û di nava nijadvanên xwe de ji bo ku ratsiyê digot, bi 17 salên girtîgehê hatiye sezakirin. Lê belê dema Beşikçi çûye Başûrê Kurdistanê, Kurdan jê re rêzgirtineke bi hişmetheyran kirine û bi Madelyaya serokê xwe yê netewî ew xelat kirin.

Helbet rewşenbîrên ku mafê Kurdan parastine, ne Ismail Beşikçi  tenê ye. Hêvîdar im ku wê di rojên li pêşiya me de ew rûmet û xelat, bo wan jî bêtin dayîn.

2013-04-30
Zeynelabidin Zinar
[email protected]

Back to top button