Îslamiyet û Milîyet
Li dinyayê du bîrûbawerî hene ku hertim hebûna xwe diparêzin; ne kevn dibin û ne jî nûjentiya xwe wenda dikin. Yek jê ol e, ya din jî nijad e.
Çendî ku di pêvajora mêjû de, hin olan cihê xwe ji hin olên dî re hiştine û ew ji holê rabûne. Lê belê hin ol jî, bi hatina hin olan, rewatiya xwe wenda kirine, lê dîsa jî hebûna xwe dane domandin.
Titştê ku nehatiye guhertin û nayê guhertin jî, nijada mirovî ye.
Îro dema ku em bala xwe didin mesela olî, em dibînin ku dema bisilmantî derketiye holê (611), ola berî wê ku Filehtî bû, rewatiya xwe bi Ayetên Qurana pîroz wenda kiriye. Çendî ku niha jimara kesên ku wek bawermendên Îsa Pêxemberî têne hesibandin, li dora sê milyarî ne û bawermendên Îslamê li dora milyarekî ne jî, dibe ku ev hejmar di pêşerojê de cih biguherînin.
Ola Îslamê bi Ayetên Qurana pîroz, miliyeta mirovan daye nasandin çewa ku Xwedayê mezin gotiye: ”Min hûn wek netewe, wek eşîr afirandine, da hûn êk binasin.”
Di Ayeteke dî de jî weha gotiye: ”Me qasid nehinartine îla bi zimanê wî qewmî, da ku ji wan re erênî û neyêniyan bibêjin.”
Li vê gorê, yanî berî hatina Ola Îslamê jî, miletê Ereb, her Ereb bû. Miletî Tirk, her Tirk bû. Miletê Faris, her Faris bû û wisa hemû miletên ku îro li dinyyaê dijîn hebûn.
Baş e, înkar û mandelatiya van gotinên li jorê, li gor Ayetên Quranê kufr e. Yanî kê Ayeta Xwedê înkar bike, kafir dibe. Nexwe înkara Neteweyê Kurd, wan bisilmanên ku Kurdan înkar dikin/kirine dixe çi rewşê?
Niha gora neh pêxemberên Xwedê, li navçeya Eglê ye. Egil jî girêdayê bi Diyarbekirê ve ye. Gora Nûh Pêxember jî, ji xwe wa li Cizîra Botanê ye.
Gelo van pêxemberên Xwedê bi çi zimanî bi Kurdan re xeber dida?
Hêvîdar im ku oldarên Kurd li van giringiyan varqilin û xwe nexin rewşa ku Neteweyê Kurd li wan têkevin gumanê ku ew kenê xwe bi ol û oldariyê dikin!
Zeynelabidin Zinar
[email protected]