Îsal mesîhî sersalê pîroz nakin

Luwis Sako ji FransPress re da xuyakirin, ku El Qaîdê bi rêya internetê ew tehdît kirine.Sako di vê derbarê de got: Em bi vekirî li ser navê Wezereta cenga dewleta îslamiya Iraqê hatine tehdît kirin.Ev rêxistin jî giridayê El Qaîde ye.
Ji ber vê yekêjî wan biryar daye ku, ew îsal tu çelakiyên pîrozbahiya sersala nû nakin, dê tenê mêj bikin û xwe biparêzin. Belê weha jî da nîşandan, ku dibe Elqayide di serê salê de her li Krîstyanan bide û wan bêşîne. Ew ditirsin ku di dema mêjê de yan li ser cadeyan û li dijî malan êrîş çê bibin.
Wek tê zanîn hinek çekdarên El Qaîde, 31-ê meha çiriya pêşîn erîşek birin li ser dêra Seyidet El Necat li bajarê Bexdayê. Di vê êrîşê de 44 mesîhî hatin kuştin û bi sedan birîndar bûn ê gelek mesîhiyan bajarê Bexdayê cig hiştin û koçî Ewropa û herêma Kurdistanê kirin.