Polîtîk

Îsal 5 zilam ji aliyê xanimên xwe ve hatine kuştin

Îsal li Herêma Kurdistanê 217 haletên tundutîjiya dijî zilaman hatiye tomar kirin.

Li vî derbarî de Burhan Elî Serokê rêxistina Yekîtiya Zilamên Kurdistanê ragihandiye bi awayeke giştî 217 haletên tundutîjiya dijî zilaman li îsal da hatiye encamdan û 51 haletên xwe kuştina zilaman jî hebûye.

Her wiha Burhan Elî ragihand: 5 haletên kuştina zilaman ji aliyê jinan ve hatiye encamdan, yan destê wan li wê tundutîjiyê da hebûye.

Di dawiya axaftina xwe de eve jî eşkere kiriye haletên tundutîjiya dijî zilaman li gor sala par kêm bûye, ji ber ku li sala derbasbûyî de 263 haletên tundutîjiya dijî zilaman hebûye û ji wê hejmarê jî 40 haletên xwe kuştinê bûye ku ji aliyê zilaman ve hatiye encamdan.

 

Back to top button