Civak
Îsal 4 bankên tirkî li Kurdistanê vedibin
Çar bankên Tirkiye dixwazin li Kurdistana Başûr şaxên xwe vekin. Ji bo vê yekê Banka Kar (Îş Bankasi) a Tirkiye , li hewlêr xanê jê peyda kirine.Bi berdewamî bankên xweser li Kurdistana Başûr tên vekirin.
Di derbara vekirina bankan de, rêvebirê banka Kurdistanê Ethem Kerîm ji PNA re da xuyakirin, ku roj bi roj rêjeya bankên xweser(ehlî) li herêma Kurdistanê bêtir dibe.
Ethem Kerîm got, ku niha 65 bankên biyanî li herêma Kurdistanê hene û heger ev herçar bankên Tirkî jî bihên vekirin, dê 69 bank li herêma kurdistanê hebin.
Vekirina şaxên bankan li herêma Kurdistanê jî, nîşana hebûna ewledarîyê, investkarîyek geş û xebata sermayedarîya navdewletî ye.
Nûçe: Bîlal Seîd / Hewlêr