Polîtîk

Rewşa xirab, dijwariya giran, biratiya erzan

Siyasetmedarên Kurd di nav dijwariyek giran de ne:

Doza Kurd û Kurdistan dozek dijwar e. Di vê dozê da pêwîs te ronakbîr, rewşenbîr, welatparêz, xwendevan, karker, gundî, rêncber û siyasetmedarên Kurd bi temamî di riyek de bimeşin ku doza xwe bikaribin çareser bikin. Doza temamîya Kurdan dozek aşkere û zelal e.

Gelên xwedî dewlet, hêzan dadimezirînin û xebat dikin ku dewletê bikin bin destên xwe û dewleta xwe bi pêşve bibin. Belê dewleta Kurdan tune û Kurd bindest in. Mafê wan ên neteweyî ji destên wan hatiye sitandin. Nikarin ziman û çanda xwe di dibistanên xwe de xurt bikin. Doza temamiya Kurdan ev e ku mafên xwe yên neteweyî, zimanê xwe û çanda xwe serbest bikaribin bajon.

Di vî warî da amanca wan û doza wan yek e. Pêwîst e ew jî di vê riyê da ramana xwe bikin yek û bi hev re bimeşin. Bila dîsa herkes di ramana xwe da be û bila herkes hêzên xwe damezirîne. Bila ev hêz ne dijî hev bin, dijî neyarên Kurdan bin, dijî mêtingeran û di nav hevkariyek de bin.. .

Dewletên dagirker, tim rewşa hêz û sazmendên Kurd şewilandine. Tim kesên Kurdewar bêçare kirine. Nahêlin kes dest hilîne. Kesên dest hiltînin bi hincetek xaf û vala van digrin dikin zîndanan, dengên wan dibirrin.

Hinceta mêtîngeran hazir e. Kê ji bo doza Kurd û Kurdistan serê xwe hilde, şiyar bibe û devê xwe veke wî hevalbendê PKK nîşan didin û devê wî didin girtin. Madem Kurd hevalbendên PKK tên diyarkirin û devê wan didin girtin, pêwîst e Kurd jî di doza xwe de bikaribin hevkariyek rast bikin.

Di vê demê de rewşa siyesetmedarên Kurd ku di nav gel de siyaseta xwe dajon, di nav rewşek xirab de ne. Ev rewşa xirab bi wanan xeletiyên mezin jî dide kirin ku nikarin xwe nêzî hev bikin. Nikarin dev ji aloziyan berdin û mafê gelê Kurd bi awayek dilsozî bidin pêşiya xwe û derkevin himberî mêtingehparêzan.

Siyasetmederên Kurd di ciyê neyarên xwe de, ketine qirika hev. Dev davêjin hev û kiryarên neyarê xwe jibîr dikin, meydan li wan fire dikin. Kêmasiyên hêzek ji hêza dî re gelek girîng e. Xirabî û nemirovatiya mêtingehparêzan her wek nabînin û digirin bi kêmasiyen hev. Fersendê li mêtinkaran re fire dikin, riya dijwarî û hovîtiya wan vala dikin.

Rewşenbîr û ronakbîrên Kurd jî temaşa siyasetmedarên xwe dikin, riya wan ronahî nakin. Heger riya wan ronahî bikin gelo siyasetmedar di vê riya ronahî de bimeşin an vê riya ronahî tarî bikin û qet guhdariya rewşenbîr û ronakbîrên xwe nekin?.

Ez nizanim gelo rewşenbîr û ronakbîrên Kurd hene û wêrek (cesûr) in? Ew kesên ku bi zimanê metîngehparêzan di nav malbata xwe de bipeyîvin û di medyayê de dev ji zimanê xwe berdin û zimanê mêtîngehparêzan bişopînin, meriv jê re dikare bêje rewşenbîr û ronakbîrên gelê Kurd an nikare bêje? Bersiva vê pirsê dispêrim xwendevanên hêja û birûmet…

Kêmasiyên PKK û BDP

Kêmasiyên Kurd hene. Belê ez nabînim ku rewşenbîr, ronakbîr, welatparêz, sîyasetmedar, hêz û sazûmanên Kurd kêmasiyên xwe tînin ziman. Herkes, her hêz û sazûman fortên xwe didin û dibêjin tiştên herî qenc ew dikin. Gava meriv ji ronakbîrek re bêje bila bi zimanê xwe kar û xebata xwe bike, ew ê ji heft çeman, ji heft bîran av bîne û xwe heqdar, hevalê xwe neheq derîne…

Kêmasiyên PKKê ji kêmasiyên hêz û sazûmanên din ên Kurd gelektir in. Kêmasiyên BDPê jî, ji kêmasiyên PKKê pirtir in. PKK di nav hêzên Kurd de bi piraniya xwe û kiryarên xwe herî mezintir e. Pêwîst e vê meziniya xwe di riya neteweyî, Kurdewarî, yekîtî, hevkarî û bratiyê de nîşan bide.

Belê kêmasiya herî mezin li ba PKK ev e ku ji bilî xwe kesî qebûl nake, naxwaze tu hêzek û sazûmanek Kurdewar derkeve holê û di riya doza Kurd de xebat bike. Herkesê li dervayê xwe neyar dibîne. Ji bilî xwe kesek û hêzek Kurdewar nabîne. Ev nêrîn jî gelek nêrînek neqenc e û çewt e.

Bingeha PKK û BDP yek e. BDP jî, ji bilî xwe û hêza îllegal a bingeha xwe, ti hêz, sazûman û partiyên Kurd nabîne. Di nav Kurdan de her tim hêzek dizane û ew hêz jî BDP ye. Di nav Kurdan de, ji bo BDP dibêje “partiya Kurd” di nav Tirkan da jî dibêje “partiya Tirkiyeyê.”

BDP li ber çav, partiyek legal û serbixwe ye. Belê bi rastî BDP ne serbixwe ye û nikare bêî kesên li ser xwe, karek bike. Tim emir û fermanan ji kesên berpirsiyarên bingeha xwe digire. Berpirsiyarên bingehê jî bi piranî kesên xwedî qewet û cahil in.

Di roja îroyîn de kesê di dest de çek û sîleh hebe heqdar ew kes tête nîşandan. Di nav dengê top, tifing û kumberan da dengê aşitîxaz nayê bihîstin. Dengê zanyar, rewşenbîr û ronakbîran dijî dengên nezan, cahil û çekdaran bilindtir derdikeve.

Berî bîst, bîstûpênc salan Apo di rojnameya Serxwebûnê de wiha digot: “Kesên xwendevan ji min re lazim nînin. Kesên ne xwendevan in ku di çiyan da şer dikin, canê xwe feda dikin, şehîd dibin. Hin xwendevanan girtin e bi qûna ziman û tiştek dî nakin. Ziman tiştek girîng nîne. Dema em dewleta xwe saz bikin em ê ziman jî çareser bikin.” .

Heger em hêviya dewletsazkirina xwe û gotinên Apo bimînin em ê bi temamî zimanê xwe û xwe jî winda bikin. Bi rastî li Bakurê Kurdistan zimanê me bi awayek gelek neqenc tê windakirin. Ziman di nav rewşek gelek zelûl û melûl de ye.

Kesên di BDP de ku niha doza ziman dikin gelo durist in?

BDP, niha ji bo ziman bikaranînê hin xebat û siyasetan dike. Ev tiştek gelek qenc û baş e. Pêwîst e meriv li her cî û warî xwedî li zimanê xwe, li çanda xwe derkeve. Zimanê xwe ji bin bandora mêtingehparêzan derêxe. Ev doz, doza her Kurdek e. Doza siyasetmedaran bi tenê nîne.

Doza welatparêz, ronakbîr, rewşenbîr, xwendevan, nexwendavan, karker, cotkar, bajarî û gundiyan e. Her niqirên (qedemeyên) Kurd divê piştgirî bi vê dozê re bikin

Kesên BDPê, di dadgehan de doza zimanê Kurd dajon û dibêjin ku di dadgehan de dixwazin derd û gotinên xwe bi Kurdî bînin ziman. Dadger û dozgerên mêtingehparêz nahêlin ku Kurd bi azadî doza xwe bi zimanê xwe şîrove bikin. Siyasetmedarên BDPê yên ku di parlamenê de ne, dixwazin bi zimanê Kurdî di parlamenê de bipeyivin.

Sîyasetmedar, seresker, karger û karbidestên dewletê, rê ji ber wan hiltînin û wan sûcdar dikin. Bi rastî sûcdarên herî mezin ew in. Mêtîngehparêz ziman ji sîlehek, ji çekek heri talûketir, mezintir û tîjtir dibînin. Dibêjin heger bi Kurdî di dadgeh, parlamen û ciyên xebatên karbidestên dewletê de were peyivandin, dê dewlet were parçekirin.
Ev tirsa wan, ev nexweşiya ku ji tirsa zimanê Kurdî di wan da peyda bûye nexweşiyek xwedîkuj û xwedîşermezar e. Ev nexweşanî digihêje kê wî ji merivatî û însanetiyê derdixe, wî şaş û faş dike, wî dike neyarê heqê mirovan û mirovatiyê.

Em dizanin ku siyasetmdar û karbidestên dewleta mêtinkar ne rast in, dijminê heqê mirovatiyê ne û herî pirr neyarê koka Kurdan e. Gelo siyasetmedarên BDPê di vê riya ku dajon da rast in?.

Ne siyasetmedarên DBP bi tenê gelo tim sîyasetmedar, rewşenbîr, xwendevan û ronakbîrên Kurdan di riya zimanê xwe de bi xwe û bi gelê xwe re rast in?.

Siyasetmedarên DBPê dixwazin di dadgeh û parlamenê de bi zimanê Kurdî bipeyîvin. Ev tewrek gelek qenc e.

Belê kesê bixwaz e di dadgeh û parlamenê da bi zimanê Kurdî bi peyîve, di jıyana rojevî da doza heqê zimanê Kurdî bike belê di nav malbata xwe da, di berhem û nivîsên xwe da, di jiyana xwe a rojewî da bi zimanê mêtîngehparêzan bi peyîve meriv nikare jê ra bêj e ku ew merivek rast e, bi xwe ra, bi gelê xwe ra durust e.

Pêwist e berî her kesî û her tiştî sîyasetmedar, rewşenbîr, xwendevan û ronakbîrên Kurd di nav malbata xwe da bi zarûk û zêçên xwe ra, di jîyana xwe a rojevî da, di berhem û nivîsên xwe da, zimanê Kurdî pêk bînin.

Navên gund û bajarên xwe, navên çîya, deşt û zozanên xwe, navên çem û avên xwe, navê welatê xwe li her cî û mekanî bi zimanê xwe Kurdî pêk bînin. Bila bi van kiryaran jî di dadgeh, parlamen û cîyên xebata karbidest û kargerên dewletê da, di dibistanan da doza zimanê xwe bikin ku em wan bi dil û can pîroz bikin, çepikên xwe lihev bidin û bi her awayî piştgirtîya wan bikin..

BDP, di van rojan da xeletîyên mezintir jî dike. BDP partîyek legal e û divê xwe bi emir û fermana kesên îlegal neke mîna partîyek ilegal û bindestan. Pêwiste qerar, biryar û fermanên xwe ji kesek dî nestîn e û nehêle kesek teklî kar û xebata wan bibe. Pêwist e xwe mîna gewdeyek bê ser nehêl e û ne bi serê xwe yê ji xwe qetandî, bi serê xwe yê bi xwe va biryaran bide.

Li gelek bajaran, şaredarên Kurd, serokên şaredarîya bajêr in. Belê ne serbixwe ne. Bi serokên şaredarîyê belavokan didin belavkirin. Minakek ez bidim: Di pirsdarîya (referanduma) 12 ê Êlûnê da ku guhartina zagona bingehî hat pêkanîn bi serokên şaredarîya gelek bajaran ji bo boyqotê belavokan dan belavkirin. Ew serokê ku belavokan belav bike, di nav gel da rûmeta wî dikev e, namîn e..

Ev kiryar ne bi emir û fermana BDPê ye, bi emir û fermena kesên ilegal e. Dîsa piştî dijîderketina Osman Baydemir, bi ferman û emrê Apo, BDP li ber (li cem) serokên şaredarîya bajaran hevserokek (eşbaşkan) hat bedêlkirin (tayînkirin).

Osman Baydemir tiştek rast got, belê ne bi emir û fermana serokê li İmralîyê got û serê xwe kir belayê. Ev kiryar dide xwuyakirin ku BDP bawerîya xwe bi serokên xwe ên hilbijartî nay ne û hevserokek bi emir û fermana Apo dide tayînkirin. Di vi ra da destên ilegalîyê dikev e nav BDPê û dide eşkerekirin ku BDP ne partîyek serbixwe ye û nikarê bi azadî û serbixweyî biryaran bigre.

Rola BDP gelek mezin û girîng e.

BDP bi kar û xebata xwe, bi alîkar û refên xwe di nav hêzên Kurd ên legal da hêzek herî xurt û mezin e. Endamên BDP di parlamena Tirkîyê da hene û dikar in her daxwazên xwe, daxwazên gelê Kurd bînin zimên. Ev jî dikare, BDP dı nav gelê Kurd û gelê dî da xurttir û qewettir bike. Ev fersendek herî hêja û qenc e.

BDP, di nav tim hêz û partîyên bakûrê Kurdistan da partîyek herî mezin e. Meriv dikare bêje ku BDP di nav partîyên Kurd da wek birayê mezin e. Birayê mezin jî divê mezintîya xwe bi edlayî û wekhevî pêk bîne.

Divê BDP bi biratî binêr e tim partî, hêz, sazûman, revşenbir, welatparêz, ronakbîr û xwendevanên Kurd. bi awayek biratî bangî temaman bike û wan li dora xwe bicivîn e. Bi wan ra civîn û konferansan çêk e.

Ji bo daxwaz û pirsgirêkên Kurd û Kurdistan konseptek derî nin û vê konseptê bidin pêşîya xwe. Bi vê konsepta yekere va derkevin himberî dewleta Tirk û daxwazên Kurdan dîyar bikin van daxwazan di parlamenê da bînin ziman ku her Kurdek bawerîya xwe bi van daxwazan bine û piştgirîyek zexim bike. Divê doza Kurd bi vê konseptê bikeve ser masê û bête çarenûskirin.

Di nav gelê Kurd da BDP xwe partîya Kurd dide zanin û ji temamîya Kurdan ra dibêje: “ Divê win dengên xwe bidin xwe, anî dengen xwe bidin partîya Kurd. BDP partîya Kurd e û BDP tu yî. Heker tu dengê xwe nedî xwe, tu bi xwe ra xirabî dikî.” Bi van gotin û bêjeyên xwe BDP xwe partîya Kurd dinirxîn e û tu partîyên Kurd ên legal, di ser xwe da nabîn e.

Partîyên Kurd ên dî jî kar û xebata xwe bi tenê li ser maseyê, di nav intelektuelên Kurd da dikin. Dernakev in nav gelê xwe û ji nav karker, bajarvanî û gundîyên xwe dûr dimî nin û bi rastî jî gelek dûr in..

Madem BDP xwe partîya Kurd dinirixîn e, divê ne ji bo mafê xwe, ne ji bo mafê şexsek, ji bo mafê gelê Kurd kar bike. Mafê gelê Kurd jî di yekîtî û bihevrebûn û hevkarîya Kurdan de ye.

Ev yekîtî, hevrebûn û hevkarî jî di destê BDP û berpirsîyarên BDP da ye. Divê BDP xwe ji bin sîya PKK derêx e û sîyaseta Kurdewarî bike, di nav PKK da jî guhaztinek û guhrandinek bikaribe bide bicî anîn. Divê BDP dîsa ji bo azadîya Apo û tim girtîyên sîyasî jî bixebit e, Apo bê rûmet neke belê xwe ji bin sîya Apo jî azad bike û bikar e bi serxe bibe…

Rewşa Kesên Ne Azad:

Însan di nav civakê da perwerde dibe û rewşa xwe bi pêş va dibe. İnsanê ji civakê dûr, bi serê xwe nikare zanayarî û kemalîya xwe bi pêş va bibe, geş (inkîşaf) bike..

Çand, zanatî, zanyarî, hal û hereketê herî civatek cûre cûre ye û wek civata dî nîne. İnsan dema tê cîhanê di nav civata xwe da mezin dibe û perwerde dibe.

Di teknik û pêşvaçûna îroyî da insan di her demî, her hal û karî da xwe bi hawîdor û hebûna teknikê geş (inkîşaf) û ronahî dike.

Heker insanek li serê çîyayek di nav daristanek da jîyana xwe bi tenê, bêy aletên teknikî derbaz bike ew insan nikar e xwe geş û zana bike. Ev kes dimîn e nezan û paşmayî.

Kesên di girtîgehan da jî, ji aletên teknikê dimînin bê payîdar. Ji rojnaman, telewizyon û radyoyan dimînin mehrûm. Ji dervayê xwe, civaka xwe û cîhanê hayîdar nabin. Nikarin wek kesên azad hereket bikin û hewceyîyên (ihtîyacên) xwe ên ji bo pêşvaçûn û geşkirinê dîyar bikin, xwe bi wanan geş bikin û li gorîya kiryarên rojevî sererast biryaran bidin.

Apo, kesek zana ye. Belê bi salan e ku di girtîgehê da êsîrê zordar û mêtingehparêza ye. Ji her alet û hewceyîyên peşveçûnê bê pa û mehrûm e. Ji gengeşe û ramanên firekirinê ne payîdar e, bê par e. Dema neketibû destên neyarên xwe jî, dîsa her tim di tirsa kuştinê da bû.

Her tim xwe ji komployek heval û neyarên xwe, ji kuştinxwazî (suikast), dek û dolaban mecbûr dima xwe biparêz e. Her tim di tırsa komployek, kuştinxwazîyek, dek û dolaban da bû. Kesên di nav vî hal û karî da be, wek ksên di zîndanê da be, heker em bê alîkarî bifikirin emê bibînin ku ev kes nikar e biryarên saxlem û bê şik bide.

Ev kesê di nav vî halî dijwar da jîyana xwe di zîndanê da û berî ketina jîyana zîndanê da jî bi salan di nava saw û kuştina bêbextî da biborîn e, demek nikar e biryarên bê şik û şuphe bide..

Demên kesên ku di zîndan da û li derva her tim bi sawa kuştinêka bêbextî, sawa kuştinxwazîe jiyana xwe derbaz dikin, ev bêkesî û sawa kuştinê meriv her tim dike nav şik û şupheyan.. Ew kesê jiyana xwe di nav vê rewş û nemûşê da biborîn e nikar e biryarên zelal bide.

Ew kes nikar e bi emir û fermanên bê şik û şuphe ji derva partîyek ku di heqê azadîya gelekê bin dest da kar dike, ji jîjana xeya di zîndanê da emir û fermanan dide, kes û hêzên azad ên li derva idare bike û bixwaz e ku.

Emir û fermanên wî, ji kesên ku azad in, li derva ne û her hewcetîyên xwe dikarin pêk bînin ra, wek ayetên Qur’anê bê gengeşe, bê raman û merheze bên qebûl kir in û bi cî anin, divê ew kes bizanib e ev emir û ferman rast bin jî, xelet bin jî xelet û çewt tên ecibandin.

Tiştek herî balkêş jî heye ku neyarên Kurdan li ser gotin, emir û fermanên Apo gelek diseki nin û van ji xwe ra dikin wek şûr û mertal. Dema bixwaz in wan gotinan ji xwe ra dikin wek şûr û bi wan gotinan hicûmê ser Kurdan dikin. Dema bixwaz in wan gotinan ji xwe ra dikin wek mertal û xwe bi wanan diparêz in..

Çewa bixwazin emir, ferman û gotinên Apo, ji xwe re wisa mana dikin û werdigerînin. Hin kes jî xwe kirin e mirîd emir û fermanên Apo ji xwe ra wek ayetê Qur’anê dibî nin.

Neyartiya PKK bi Kurdan tiştek nade qezenckirin:

Gelek hêz, sazûman, rewşenbîr, ronakbîr û welatparêzên Kurd hene ku karê dijî neyarên xwe, karê dijî dewletên mêtingehkar danîne goşeyek û dest avêtin e neyartîya PKK. Belê xetayên PKK gelek pir in.

Kêmasiyên PKK wek çiyayên di nirx hev da cî girtine û çîyayên nû çêdibin. PKK van xeta û kêmasîyên xwe nabîne û xetayên nû datîne ser xetayên kevin, gir û çîyayên xeta û kêmasîyan herî bilindtir û zêdetir dike.

Heta serokê PKK nehatibû girtin PKK doza dewletek yekbûn, komunist û serbixwe dikir. Piştî girtina serokê PKK ev doz ji nişk va ji ortê rabû. PKK dev ji doza dewletêk yekbûn û serbixwe berda, doza otonomîyê jî nexwest.

Serokê PKK bû kemalîstek ji kemalîstên Tirkan mezintir û hartir. PKK jî ji bo Tirkiyeyê cimhûriyetek demokratîk xwest ku kes nizane ev cimhûriyeta demokratîk bi çi nexşî ye.

Niha PKK ji bilî azadîya Apo tiştek dî naxwaz e. Di her civîn, xwepêşdan û şevên xwe da tim siloganên wan “AZADÎ JI BO APO” ye. Kes nabêj e “JI BO KURDISTAN AZADΔ herkes dibêj e “JI BO APO AZADÎ.” Em hemî jî azadiya Apo û azadiya kesên polîtîk ku di zindanan da ne dixwaz in. Heta azadiya Kurdistan û gelê Kurd tunebe, azadîya Abo û kesên dî jî çênab e.

Em xeta û kêmasiyên PKK danin quncekî û werin ser hal û tewrê kesên ku neyartîya PKK dikin. Divê em kêmasî û xetayê PKK bînin ziman, bêjin û gelê Kurd şîyar bikin. Belê dema em vî karî bikin divê em neyartî nekin.

Bi şev û bi roj tim peyvandin, nivîs, berhem û bernameyên xwe li ser xîmê neyartîya PKK ava nekin. Neyartîya PKK kar û feyde nade me û gelê me. Neyartîya PKK zerarek herî mezin dide me û gelê me.

Ez li gundan, li bajaran di nav gelê Kurt da wek bê terafek digerim. Ji gundî û bajarîyan ra xeta û kêmasîyên PKK dibêj im. Belê ez dibînim ku ev gotinên min tu feyde nadin û kesên gundî, karker û rêncber.

Kiryarên PKK dikin serê lûla tifingê û li gorîya xwe diteqî nin. Her çıkas jî gelek gotinên min qebûl bikin jî dîsa bi a xwe dikin û PKK heqlî dibî nin, ji bo ku kesên li dor wanin bi temamî alîkarên PKK an jî BDP ne.

Kesên ku bi nivîs û berhemên xwe PKK rexne dikin nakevin nav gel, heval û hogirên xwe jî naxin nav gel. Madem win kiryarên PKK qebûl nakin gelo win çima hev nagirin, nabin yek , heval û hogirên xwe nakin nava gel?.

Li ser mase rûniştinê kes nikar e Kurdistan azad bike. Bi zimanê Tirkî gala gal, zara zar û berhem dîyar kirin gelê Kurd azad nake, êsîrtir û bin desttir dike

Hin kesan dev ji dijminên xwe berdan e û ketine xeta qirika kêmasîyên PKK.Divê em dev ji neyartîya hev berdin û bi hev ra ji bo doza Kurd û Kurdistan karbikin. Neyarên me kesên mêtingehxwaz in û gelek dijwar û bêbext in. Em bi hevkarîyek dijî wan derkev in, bi kar û barên xwe kiryarên wab puç bikin..

(didome)

 

Kazım Özdemir

 

Nasname.com

Back to top button