Polîtîk

Îro roja vejîna hêviya gelê Kurdistanê ye…

Mistefa Barzanî rojek wek îro çavên xwe li dinyayê vekir. Miletê Kurd wek her demî di bin zilm û zordariyê de dijiya. Barzanî dema ku tê gihayî, yanî temenek gelek biçûk de tevlî tevgera azadixwaz a Kurdistanê bû. Barzanî bi jiyana xwe ,kiryar û xebata xwe ,zanyarî û fedekariya xwe,siyaset ê pêşmergetiya xwe, kesayet û helwesta xwe bû efsaneyek netewî ji bo gelê xwe.

Barzanî bi tekoşîna xwe bû sembola neteweyê Kurd û navê Barzanî û xebata azadixwaz a Kurd bi hevre hate girêdan. Barzanî bû nimûna siyasetek dirûst,xebatek bê westan û bi qehremaniya xwe bû pêşmergeyek pêşewa. Barzanî bi hemû jiyana xwe ji bo miletê xwe xebitî û berjewendiyên netewî li ser her tiştekîre dît. Barzanî bû serokê neteweyî û ev yek bi jiyana xwe ya siyasî destve anî.

Barzanî ji bo azadiya neteweyê Kurd û ji bo Kurdistanek serbixwe bû rêbazek. Heta wek îro aliyên siyasî yên li ser rêbaza Barzanî siyasetê dikin zû bi zû tujî çewtiyan nabin ûdi rêya dewletbûna Kurdistanê de dixebitin.

Rêbaza Barzanî ji bo dewletbûna Kurda demane herî misoger e.

Back to top button