Wezîrê tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê hişyarî da û dibêje: ‘’Di 24 demjimêrên borî de rêjeya pêketina bi vîrusa koronayê geheştiye asta herî bilind û hezar û 45 kesên bi vîrusa koronayê ketine, 16 pêketiyên vîrusa koronayê jî jiyana xwe ji dest dane.
Îro 05.04.2021ê Wezîrê Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di 24 demjimêrên borî de rêjeya pêketina bi vîrusa koronayê geheşt asta herî bilind û hezar û 45 pêketin û li gel mirina 16 pêketiyên vîrusa koronayê hatin tomar kirin.’’
Herwaha got, ev asta herî bilind a pêketinê ye ku îsal hatibe tomar kirin û ragehand: ‘’Di 24 demjimêrên borî de 10 hezar û 43 test hatine kirin û Hezar û 45 pêketin hatine tomar kirin. Herwaha 407 pêketî baş bûne û 16 pêketiyên vîrusa koronayê jî jiyana xwe ji dest dane.’’
Wezîrê Tenduristiyê hişyarî da û got: ‘’Eger rêjeya pêketina bi vîrusa koronayê waha berdewam be wê demê dê qedexeya hatûçûnê bibe karê me yê serekî.’’
Berzincî got, ew nîgeranin ku pêbendbûn wek pêwîst nîne.