Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî li bîranîna 41 saliya jenosayda Kurdên Feylî da

Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta 41mîn salvegera komkujiya Kurdên Feylî peyamek ragihand. Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: Daxwaz ji Hikûmeta Federaliya Iraqê dikîn wê erka yasayî û exlaqî û wîjdanî bi cîh bigihîne û mulk û mal û regezname û mafên wan yên medenî û qerebûya ziyanê ji bo Kurdên sîtemdîtiyên Feylî bi cîh bîne û kêşe û giriftên wan çareser bike.

Peyama Serokê Kurdistanê:

Li bîranîna 41 (çil û yek) saliya zincîre tawanên jenosayd û ji welat derxistin û bêseruşûnkirina xûşk û birayên Kurdê Feylî da, şehîd û sîtemlêkiriyên wê ji bîr neçûne û wan bi rêz û rûmetê ve bi bîr tînîn.

Ji welat derxistina sedan hezar Kurdên Feylî û bêseruşûnkirina dehan hezarên din, ji wan wergirtina regezname û zeftkirina mal û mulkên wan, jenosaydeke regezperestaneya Be’es bû beramber bi Kurdên bêgunehên Feylî ku ji bilî Kurdbûn û dakokîkirina li nasname û mafên rewayên mîlletê xwe, çi tawan û xetayeke wan nebû.

Nasandina wan tawanan bi jenosayd ji aliyê Dadgeha Bilinda Tawanên Iraqê ve, biryareke dadperwerane û rewa bû, ew biryare dewlet û hikûmeta Iraqê dixe ber erk û berpirsiyariya qerebukirina maddî û me’newî ya qurbaniyan û ziyanlêketiyan.

Daxwaz ji Hikûmeta Federaliya Iraqê dikîn wê erka yasayî û exlaqî û wîjdanî bi cîh bigihîne û mulk û mal û regezname û mafên wan yên medenî û qerebûya ziyanê ji bo Kurdên sîtemdîtiyên Feylî bi cîh bîne û kêşe û giriftên wan çareser bike.

Silav û rûmet ji bo giyanê pakê şehîdên Kurdên Feylî. Silav û rêz ji bo malbatên wan yên serbilind ra dişînîn. Xebat û dilsozî û qurbanîdana xûşk û birayên me yên Kurdên Feylî, herdem cihê şanaziya gelê meye.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
04.04.2021

Nerîna min :