Îro jî hevdîtinên Serok Barzanî li gel serokên welatan berdewam bû
Roja yekşem 14.02.2016 li çarçêweya konferansa Asayîşa Munix 2016 û li roja sêyema vê konferansê ya li bajarê Munixa Almanya birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel xanima Kolinda Grabar Kitaroviç Seroka Kirwatya û şanda li gel civiya.Li vê civînê de Seroka Kirwatya pesnê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û ji bo serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li beranber terorîstên Da’îş pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir, her wiha piştgîriya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê ya li şerê dijî Da’îş dûpat kir û balkişand li ser wê yekê ku Da’îş hereşeyekî hevbeşe li ser hemû aliyek. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku ji nêzîk ve duvdaçûna li ser rewşa Kurdistanê dike û hêviya serkeftinê ji bo gelê Kurdistanê xwest.Li beranber da Serok Barzanî spasiya gel û Serokê Kirwatya kir ku piştevanê gelê Kurdistanê ne û pêşwaziyê jî li berfirehtir kirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Kirwatya kir.Her li vê kombûnê da hereşeya teror û rewşa penaberan nirxandin û her dû alî li ser ewe hevre bûn ku pêwîste kêşeya penaber û koçberan ji bingehîn ve bê çareser kirin û sedemên koçbûna ku teror û hejarî û rewşa xerap ya aboriyê neyê hiştin.Her heman roj û li çarçêweya konferansa Asayîşa Munix 2016 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Ursula von der Leyen Wezîra Bergirî ya Almanya û şanda li gel civiyan.Li hevdîtinê de Wezîra Bergirî ya Almanya xweşhaliya xwe ji bo serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li dijî Da’îş bi Serok Barzanî ragihand û tekez li ser piştgîriya welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge kir. Her li vê kombûnê da rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê û bandora wê ya li ser bereyên şer hatin nirxandin û tekez li ser berdewamiya hevkarî û hemahengiya her dû aliyan kirin. Pêdiviyên serbaziyên hêzên Pêşmerge û rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan li Kurdistan û Iraqê mijareke dinê kombûnê bû.Çalakiyekî dinê Serok Barzanî ya li sêyemîn roja konferansa Asayîşa Munix 2016 pêşwazîkirina Froin Hain Endamê Parlemena Almanya ya li ser Partiya Demokrata Mesîhî bû.Li hevdîtinê de Endamê Partiya Demokrata Mesîhî ya Parlemena Almanya ji bo mîsoger kirina serkeftina li dijî terorîstên Da’îş destxweşiyê li hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û soza wê yekê jî da ku ew bi xwe û partiya wan li piştgîrîkirina Herêma Kurdistanê de berdewam dibe. Li beranber da Serok Barzanî spasî Froin Hain û Partiya Demokrata Mesîhî kir ku li Parlemena Almanya hewla xwe ya ji bo palpiştîkirina gelê Kurdistanê xistine ger. Li beşekî dinê vê hevdîtinê de behsa rewşa aborî û qeyrana darayî ya Herêma Kurdistanê kirin.