Hêro Îbrahîm bi peyma xwe bo Esed kurd dilgiran kirin

Hêro Îbrahîm Ehmed endama polîtbûroya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û hevjîna Celal Talebnaî, roja 10.02.2016ê bi minasibeta wefatkirina dayîka Beşar Esed serokê Suriyê, peyameke sersaxiyê jê re dişîne û hevxenî û soziya xwe bi diktatorê Suriyê re parve dike û dibêje:- Birayê birêz diktor Beşar Esde serokê Komara Erebiya Suriyê, me bi dilekî tije xem û kovan nûçeua wefatkirina dayîka we ( Enîse Mexlof) bihîst. Me gelek rêz, sopasî, xwştivî û bîrhanîn ji bo wê û canê serokê xwedêjêîrazî Hafiz Esed heye. Ev hesta me ya mezin ji kûratiya wîjdana me zaye, berhema gelek salên biratî û dostîniyê ye ku, berdewam bi xêr û aşitî û karên hevbeş em li hev civandine.- Cenabê serok, di vê minasibeta nexweş de, em tekîdê li ser bihêzkirina biratî û dostîniyê dikin û ji kûratiya dil sersaxiyê li we û malbata we dikin, daxwazê ji Xwedayê mezin dikin sebir û tehemulê bide we û xwedêjêrazîyê jî bi beheştê şad bike, gelê surî jî bi aşitî, azadî, emin û xweşîyê bigehe.Weke tê zanîn Hêro Îbrahîm Ehmed kesek baladeste di nav YNKê de û vê peyama wê di vê reşa ku bihezaran kes li ser destê arteşa Esed li Suriyê tên kuştin nerazîbûneke mezin li nav raya giştiya Kurdistanê de çêkiriye.Serokatiya YNKê dibêje ew peyam tebîrê ji dîtina siyaseta YNKê nake û ew dîtina şexsî ya Hêro yê ye.

Nerîna min :