Cîhan
Iraqê giliyê Îranê kir
Wezareta Karên Derve ya Iraqê ragihand ku ji ber êrîşên artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê yên li ser Hewlêrê, giliyê Îranê li Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kiriye.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve de hat ragihandin ku Iraqê ji ber êrîşên mûşekî yên li ser Hewlêrê giliyê Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî kiriye.
Hat destnîşankirin ku Wezareta Karên Derve ya Iraqê bi rêya Nûnertiya Daîmî ya Iraqê li New Yorkê 2 nameyên ku tê de giliyên Iraqê hene ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Serokê Konseya Ewlehiya NYyê ra şandine.
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku, “ev êrîş binpêkirina eşkere ya serwerî, yekparçeyiya axa Iraqê û ewlehiya gelê Iraqê ye”.