Iraq yan S300 yan jî S400 ya Rusî dikire
Mihemed Reza Elheyder Endamê Lîjneya Asayîş û Berevaniyê li Parlemena Iraqê dibêje: “Li Iraqê da sîstema berevaniya asmanî ya Amerîkî û Rusî jî heye, lê belê bêsûdin û ji bo wê yekê Iraq sîstema berevaniya Rûsî dikire”.
Mihemed Reza li civîneke rojnamevaniyê da dibêje: “Iraq ji bo parastina asmanê xwe ya ji her destdirêjiyekê derekî, sîstema berevaniya S300 an jî S400 ya Rûsî dikire. Ji bo wê yekê eger aliyên Amerîkî palpiştiya Iraqê li avakirina sîstema berevaniya asmanî da nekin, wê demê ew sîstema Rûsî tê kirîn. Her çende li Iraqê sîstema berevaniya asmaniya Amerîkî heye, lê belê bandora wê nîne. Her wiha Rûsî jî heye ku tenê 20 km dûriyê kar dike, ji bo wê yekê bandora wê jî nîne”.
Endamê Lîjneya Asayîş û Berevaniyê li Parlemena Iraqê tekez kir ku lîjneya wan ji bo bilind kirina moralên hêzên emnî roleke yasayî û çavdêriyê dibîne û dûvdaçûnê li pêdiviya wan hêzan û biryardana li ser bûdçeya pêwîst li proje yasaya bûdçe û pêşkêş kirina şêwirînê de dike.