Polîtîk

Iraq rêya asmanî û bejayî ya Tirkiyê digre

Wezareta Derveya Iraqê rêya asman û zemînî li rûyê tirkiye girt, heta wê dema ku Enqere sizaya encamderên êrîşa Sîdekan dide û lêpirsînê li gel wan da dike.

Ehmed Sehaf Peyvdarê Wezareta Derveyê Iraqê ragihand: Dijî êrîşên artêşa tirkiye Wezareta Derveya Iraqê rêkeftina sala 2009 ya di navbera her du welatan hilweşandiye û muhletê jî nadin li derbasgehên zemînî û asmanî ve û tevahiya geştên berpirsên tirkiye bêne Iraqê û li nav wan da jî serdana Wezîrê Berevaniya tirkiye jî heye. Iraq ji bo berevanîkirina li mafên xwe, pişt bi yasayên navdewletî ve girêdide, lê belê hewla dîplomasiyê dikarin van aloziyan çareser bikin.

Sehaf dibêje: Du caran me Balyozê tirkiye li Bexda vexwendiye û du yadaştnameyên tund li ser êrîşên welatê wan pêşkêşkiriye ku serweriya Iraqê binpêdikin û li rêya wan yadaştan daxwazê ji Hikûmeta Enqere kiriye, encamderên wê tawana navçeya Sîdekan eşkere bike û lêpirsînê li gel wan de bike ku bûne sedema wê yekê ku du efser û serbazekê artêşa Iraqê hatin kuştin.

Li dawiyê de Sehaf got: Fuad Hussein Wezîrê Derveyê Iraqê li dema peywendiya telefoniyên li gel welatên Erebî û biyaniyan, palpiştiya xwe ji bo parastin yekperçeyî ya ax û serweriya Iraqê dûpat kirine.

Back to top button