Civak

Iraq: Pênç milyon zarokên sêwî

Li gora ragihandina wezaretê, ji van pênc miliyonan jî bêtirî 600.000 zarokan li ser cadeyan dijîn û rewşa jîyana wan gelekî nexweş e û di xeterê de ne.
Dema ku ev wezareta kar û barên civakî, ev rewşa zarokên Iraqê ragihand, çend kes û grûpên ji olên cur bi cur li Amerîka parêzgeha Virginia kombûek pêkanîn û ji bo çareseriya vê pirsa trajediya civakî dest danûstanênê kirin.

Ji alîyê din ve, tora (şebekeya) çalakîyên Musilmanên Amerîka AMAN û desteya alîkarîya Islamiya Amerîka jî, dest bi komkirina alîkarîyan ji van zarokên Iraqê re kirin.

Di encama karê vê torê de 12 milyon û 200.000 dolar ji bo zarokên Iraqê hate komkirin û gerek ev arîkarî, ji bo başkirina jîyana van zarokan bihê mezaxtin.

Back to top button