Fermandeyekî berê yê PKKê ku niha bûye Pêşmerge û kurdekî êzîdî ye jî, dibêje, dema min rastiya PKKê dît êdî min nekarî xiyanetê li kurdên êzîdî û gelê kurd bikim ji ber wê jî min dest ji PKKê berda. Ew pêşmergeyê êzîdî her wiha dide zanîn ku pêwendiyek bihêz di navbera Bexda û PKKê de heye.Di heyama borî de gelek xort û keçên êzîdî tevlî PKKê bûn lê piştî ku rastiya PKKê dîtin û zanîn ku hatine xapandin, beşek mezin ji wan dest ji PKKê berdan û bûn Pêşmerge.Yek ji wan êzîdiyên ku zanî hatiye xapandin, xortekî êzîdî yê bi navê Hecî Nayîf e. Hecî Nayîf derdora 2 salan di nav PKKê de dimîne û dibe fermandeyekî mezin jî lê vê dûmahîkê dest ji PKKê berdide û dibe Pêşmerge.Hecî Nayîf ji heftenameya Basê re behsa çawaniya cihêbûna xwe ji PKKê kiriye û gotiye, dema em tevlî PKKê bûn me digot qey em bo êzîdatiyê xebat dikin lê piştî ku me zanî PKK me bo berjewendiyên xwe bikar tîne, rastiya PKKê bo me eşkere bû. Dema min rastiya PKKê dît êdî min nekarî ez xiyanetê li kurdên êzîdî û gelê kurd bikim ji ber wê jî ez ji PKKê cihê bûm û tevlî refên Pêşmerge bûm.Wî xortê îzîdî daye xuyakirin ku PKKê di demek kurt de pileya wî mezin kir û gotiye, PKKê ji bo ku endamên din yên malbata min bikşîne aliyê xwe, zû pileya min mezin kirin û ez kirim fermandeyekî mezin. PKKê bi vî rengî xelkê Şingalê dixapand.Hecî Nayîf eşkere kiriye ku li cihekî devera Şingalê fermandeyên PKKê rê dan da ku çekdarên DAIŞê vekişin. Wî karê PKK ez gelekî êşandim. PKKê li aliyekî bi DAIŞê re rêkeftin dikir û li aliyê din jî ji me dixwast li dijî Herêma Kurdistanê û Pêşmerge hereket bikin. Ji ber van sebeban min dest ji PKKê berda. Piştî ku ez ji PKKê cihê bûm gelek êzîdiyên din ji PKKê cihê bûn û bûn Pêşmerge.Wî fermandeyê berê yê PKKê ragihandiye ku eger PKK li Şingalê bimîne dê karesateka xirabtir ji ya DAIŞê were serê kurdên êzîdî. PKK keç û xort û zarokên êzîdî direvîne û dişîne Qendîl û wan çekdar dike. PKK qet bo xêra êzîdiyan derbasî Şingalê nebûye, dê Şingalê rastî fermandeka din bînin.Hecî Nayîf behsa pêwendiyên di navbera PKK û hikûmeta Iraqê de jî kiriye û gotiye, pêwendiyên PKK û Bexdayê bihêz in. PKKê li ser navê kurdên êzîdî çek û dirav ji PKKê distand lê beşek biçûk jê dida me û yên din hemû ji xwe re hildigirt û dişand Qendîl û Rojavayê Kurdistanê. Bexdayê serê her çekdarekî 830 dolar dida PKKê, PKKê destpêkê 400 dolar dida me lê paşê ew jî kêm kir û kir 300 dolar.Li gorî wî xortê êzîdî, eger firsend bo çekdarên êzîdî yên PKKê were pêş yek ji wan di nav PKKê de namîne ji ber ku ti xêra PKKê bo kurdên êzîdî nîne.Avestakurd