Iraq hate rayê
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo çareserkirina pirsa rêkirina petrola Kurdistanê ji bo derve û hinek aloziyên din serdana Bexdayê kir û li gel serokwezîrê Iraqê hevdîtin pêkanî. Di hevdîtinê decîgirê Malikîyê karûbarê enerjiyê jî amade bû.
Wek tê zanîn dema serokwezîrê Kurdistanê serdana Tirkiye kirî û li gel Erdogan serokwezîrê Tirkiye peymanên rêkirina petrolêîmze kirîn, Malikî û cigirê wî Şehristanî ev peyman nasnekirûbûn û ne bi yasayî darxistibûn.
Lê serokwezîrê Kurdistanê di bersiva xwe de gotibû ku, rêkirina petrolê ji bo bazara derve mafêk Kurdan yasayiye.
Di hevdîtinan de tişta serokwezîrê Kurdistanê gotî çêbû. Malikî û Şehristanî jî dan xuyakirin ku Kurdistan dikare petrolê bifroşe derve.
Herweha Malikî û Şehristanî ev civîn bi erênî nirxandin û ragihandin ku wan li gel Barzanî li hev kirine.
Iraqê li ber serokwezîrê Kurdistanê li ser çukê runişt û ji xwe dema ku hevdîtin pêkdihatin petrol di boriyên navbera Kurdistanê û Tirkiye de diherikiye.