CîhanRojev

Iraq êrîşa li Îranê şermezar dike..!

.

Hikûmeta Iraqê, li ser êrîşa serê sibeha îro ya Îsraîlê ya li ser bingehên atomî yên Îranê daxûyaniyek da. Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Ewadî ew êrîş bi tundî şermezar kir û amaje da ku, ew binpêkirineke eşkere ya bingehên sereke yên qanûna navneteweyî û Peymana Neteweyên Yekbûyî ye, ku gefan li ewlehî û tenahiya welatan dike, ku di peymana Îran û Amerîkayê de qewimî.

Basim Ewadî herwesa got, “Ev yek li ser civaka navneteweyî ye ku li binpêkirinên qanûna navneteweyî nenêre.” Herwesa got, “Beyannameyên şermezarkirinê têrê nakin, belkî divê ew yek reng vede ya ku li ser helwesta navneteweyî heye.”

Hikûmeta Iraqê daxwaz ji Encûmena Ewlehiyê ya Navneteweyî dike ku bi lez bicive û biryareke yekalîker bide, da ku êrîşên Îsraîlê rawestîne û piştrast bike ku êrîşên weha careke din çê nebin, tevî wê jî rêzgirtina ji bo qanûna navneteweyî vegerîne.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê tekez li ser helwesta neguher a hikûmeta Iraqê li ser bingehên serwerî û bikarneanîna hêzê, di heman demê de çareserkirina pirsgirêkan bi rêya aştiyê kir, hevxemiya xwe jî ji bo gelê Îranê anî ziman li gel welatên ku baweriya wan bi pergala navneteweyî ya li ser bingeha rêzgirtina ji bo serweriya qanûnê tînin.

Ajansa Tesnîmê ya Nûçeyan serê sibeha îro (În, 13ê Hezîrana 2025ê) ragihand, “Bingeha artêşa Pasdaran li Tehranê û gelek cihên din ên Îranê ji aliyê Îsraîlê ve hatin bombebarankirin.”

Wê ajansê amaje jî da ku, Fermandarê Artêşa Pasdaran Hisên Selamî, Serdarê Artêşa Îranê Mihemed Baqirî, Serokê Zanîngeha Azadî ya Îslamî Mihemed Tehrançî û zanayê warê atomê Fereydûn Ebasî di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button