Polîtîk

Iraq: Dest ji neft firotina me berdin

 

Hihumeta Iraqê, îdia kir ku, nefta ji ser Tirkiyê re tê îxrackirin, ruhsata wê tine û xwest ku neft îxrac kirin were rawestandin. Berdevkê Hikumeta Iraqê û wezîrê Dewletê Elî Debbax, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniya xwe de îfade kir ku, neft û gaza Iraqê, malê her Iraqiyekî ye û hatiniya ku ji neft û gazê tê bidestxistin, pêwiste têkeve qasa hikumeta navendî a ku nûnertiya hemû Iraqiyan dike. 

Debbax, ji bo Tirkiyê jî gotineke wek hişyariyê kir û got, “pêwiste Tirkiye, neft û gaza ku bê ruhsat e, destûrê nede, ji ser Tirkiyê re îxraca derve kirinê.” 

Berdevkê hikumetê Debbax, îdia kir ku, ne gorî zagonê ye, ji herêma Kurdistanê neft îxrac kirina Tirkiyê. Wiha dewam kir, “ev helwesta Tirkiyê, wê zirarê bide têkiliyên di navbera herdu dewletan. Em diyar dikin ku, têkiliyên aborî yên di navbera Iraq û Tirkiyê de wê zirarê bigre.”

Elî Debbax, anî ziman ku, nakokiyên di navbera herêma Kurdistanê û hikumeta navendî de, meseleke navxwayî a Iraqê ye û pêwiste di nav welêt de were çareserkirin. 

Hefta çûnê wezîrê Tirkiyê yê enerjî û çavkaniyên xwezayî Taner Yildiz, diyar kiribû ku, Tirkiyê dest bi îthalata ji Kurdstana Federe nefta xavê kiriye û bi Rêvebiriya Herêma Kurdistanê re ji bo îthalkirina dîrek gaza xwezayiyê wana hevdîtin kirine.

     

 

Back to top button