Îran têkîliyên xwe yên Îngîlîstanê qut kir
Komîsyona Polîtikayên Derve û Elekariya Netewe ya Parlamantoya Îranê biryara qutkirina têkîliyên Îngîlîstanê pejirand.
Endamê Komîsyonê Huseyin Suphaninia, Ajansa Nûçe ya MEHR’ê agahdar kir û got : Duhenî di civîna Komîsyona Polîtîkayê Derve û Ewlekariya Netewe ya Meclîsa Şurayê Îslamî de hemî endamên komîsyonê rayên xwe ji bo birina têkîliyên Îngîlîstanê dane.
Huseyîn Suphaninia da zanîn ku piştî hefteyekî biryara qûtkirina têkîliyên digel Îngîlîstanê dê bikeve rojeva Parlamentoya Îranê jî.
Parlamenterê Îranê Muhammed Karamirad jî piştî pejirandina peşnûmayê di daxuyaniyekî xwe de helwesta Konsolxaneyê Îngîlîz û nêzîkatiya dijmînî ya Hikûmeta Îngîlîzî bi awaykî tund şermazer kirîbû.
Parlamenterê Îranê û endamê komîsyonê Muhammed Kerem jî ji televîsyona Pres TVê re axîfî û got : Pêşnûmayekî ji aliyê komîsyonê ve hatiye pejirandin divê bi rêya zagonê jî bihête pejirandin û li gor zagona bingehîn ya Îranê re jî lêhatî bibe.