Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) bûyera canjidestana Jîna Emînî ya ku li Tehranê ji ber xwenepêçanê bi îşkenceya polîsan canê xwe ji dest dabû şermezar kir û ragihand ku Îranê her roj bi darvekirin, îşkence û binpêkirina mafên mirovan li ber çavên hemû cîhanê pêk tîne.
Şandeke HAK-PARê ya bi pêşengiya serokê wê partiyê Duzgun Kaplan îro 17ê Şemiyê Îlona 2022yan, li paytaxta Tirkiyê bajarê Enqere ji bo protestokirina bûyera keça Kurd Jîna Emînî ya ku li Tehranê ji ber xwenepêçanê bi îşkenceya polîsan canê xwe ji dest dabû çelengeke reş danîn li ber balyozxaneya Îranê.
Di daxuyaniya xwe de HAK-PARê ew bûyer şemerzar kir û amaje bi wê yekê kir ku Îran binpêkirina mafên mirovan li ber çavên hemû cîhanê pêk tîne.
Daxuyaniya HAK-PARê wiha ye:
“Jîna Emînî ku ya 22 salî li bajarê Seqiz ê Rojhilata Kurdistanê, bû qurbaniya rejîma mola ya paşverû.
Di 13ê Îlonê de Jîna Emînî ya ku çûbû serdana xizmên xwe yên li Tehranê, li istasyona metroyê de bi hinceta ku serê xwe negirtiye, hat desteserkirin û bi deste rêveberiya polîsan bi îşkenceyê hat qetilkirin.
Rejîma Îranê her roj bi darvekirin, îşkence û binpêkirina mafên mirovan ku bi salan e li ber çavên hemû cîhanê pêk tîne, sûcên li dijî mirovahiyê didomîne.
Em hemû cîhana pêşverû, nûjen, bi taybetî gelê Îranê vedixwînin ku vê rejîma îşkenceyê şermezar bikin. Em wek HAK-PAR vê rejîma mola ya xwînrij-reaksîyoner bi tundî protesto dikin.”