
Serok Mesûd Barzanî di cilda pêncan a pirtûka xwe ya bi navê “Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd, Serhildan, Derfet û Kêşe” ku di Hezîrana 2022an de hatiye weşandin, behsa şehîdbûna 6 Pêşmergeyên Kurdistanê ji aliyê PKKê ve dike.
Serok Mesûd Barzanî di rûpela 27 a pirtûka xwe ya bi navê “Barzanî û Tevgera Rizgariya Kurd, Serhildan, Derfet û Asteng, Bergê 5” de behsa şehîdbûna 6 pêşmergeyên Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji aliyê PKKê ve li gundê Şîvrazan li sînorê Bakûr û Kurdistanê dike.
Serok Barzanî dibêje:
Piştî bidawîhatina şerê Iraq û Îranê, çûnûhatina hêzên me yên Pêşmerge bo nav welêt hat rawestandin. Her çend Îranî rê li ber vê yekê negirt jî, lê rewş ne wek berê bû û diviyabû em rewşa Îranê û bidawîhatina şer li ber çavan bigirin.
Partiyên Eniya Kurdistanê di vê derbarê de çend bername û planên hevbeş hebûn. Eniya Kurdistanê li gorî derfetên xwe hin amadekarî kiribûn. Min hewl da ku bi zûtirîn dem hêzekê bişînim ser sînorê şaxê yekem, ji ber ku PKK roj bi roj bi alîkariya rejîma Iraqê pêşde diçe û pêgeha xwe li wê deverê ava dike û li dijî PDKê kar dike. Pêştir jî li gundê Şivrazanê yê ser sînor hêzeke Pêşmerge ku ji 6 kesan pêk dihat ji aliyê PKKê ve hatibû şehîdkirin. Herwiha hat gotin ku PKKê hinek ji pêşmegeyan bi saxî radestî rêjîma Iraqê kiriye.
Navê 6 Pêşmergeyên ku şehîd bûne wiha ne:
1- Mihemed Hemdî Warmelî
2- Se’dullah Avdel
3- Nizar Mihemed Selîm
4- Îdrîs Cercîs (Ehmed Kader)
5- Nazmî Warmelî
6- Xalid Adem Warmelî