CîhanRojev

Îran li Swêdê êrîşeke terorîstî li çalakvaneke Kurd kir

Suheyla Kelhur jine çalakvana Kurd ya xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye û nîştecihê welatê Swêdê ye û endama serkirdayetiya Partiya Demokrata Mesîhî ya wî welatiye û îro serê sibehê bombeke destî avêtine odeya wê ya razanê, her çende ew bi selamete lê tûşî ziyaneke malî bûye.

Suheyla Kelhur li vî derbarî de dibêje: “Roja çarşem û pênçşema derbasbûyî kesek bi zimanê Farisî gefa kuştina li min kir û got karê Komara Îslamiya Îranê bi te heye”. Polîs mijulî dûvdaçûn û lêkolîna rûdanê ye.

Îran çendîn caran li derveyê welatê xwe karên terorîstî li dijî siyasetmedar û çalakvanên Kurd û neteweyên din kiriye û tê pêşbînîkirin ku ev çalakiya terorîstî jî ji aliyê wan ve hatibe kirin.

Back to top button