Cîhan

Îran li ser Amerika tehditek mezin e

Serokê stixbarata Amerîka (CIA) Mike Pompeo dibêje, Îran tehdîdek ciddî ye li ser berjewendiyên Amerîka ji ber wê jî Washington mijûlî guhertinên bingehîn e di siyaseta xwe ya li hember Tehranê de.Serokê CIA Mike Pompeo duh di civîneka asayişa Amerîka de behsa metirsiyên Îranê li ser berjewendiyên Amerîka li Rojhilata Navîn kir û ragihand, Îran tehdîdeka gelekî mezin e li ser berjewendiyên Amerîka lewma rêveberiya Amerîka biryar daye guhertinên bingehîn di siyaseta xwe ya li hember wî welatî de pêk bîne.Mike Pompeo herwiha ragihand Amerîka mijûlî wê ye ku tifaqekî di navbera welatên Erebî û Îsraîlê de pêk bîne û pêşiya zêdegaviyên Îranê li Sûriyê û Rojhilata Navîn bigire.Serokê CIA anî ziman ku Îran dixwaze bi rêya ”Hîlala Şîe” berjewendiyên Amerîka tengav bike û bibe tehdîdek mezin bo aramî û aştiya Rojhilata Navîn.

Back to top button