Civak

Îran jehrê tavêje avên Kurdistanê

Silêmanîyê – Hêzên supayê Îranê, ava çend gundên devera Germik jehrawî kirin û qaymeqamê qezaya Pencwîn jî, alîyên peywendîdar agahdar kiriye.

Di van çend rojên derbasbûyî de, hêzên supayê Îranê ava rûbarê Siyakwêz ê ku di nava devera Germik re derbas dibe, jehrawî kirin û ev rûbarê han ji gelek gundan re jêderê avê ye.

Qaymeqamê qezaya Pencwîn ji PNA re da xuyakirin, ku berî demekê çend hevwelatîyên ewan gundan hatin nik wan û behsa jehrawîbûna ava rûbarê xwe kirin û gotin, ku hêzên supayê Îranê bi evê kirdarê rabûne.

Qaymeqamê qezaya Pencwîn Reza Muhemmed got: hêzên Îranê dest bi ser gelek maddeyên jehrawî de girtin û berdan nava ava rûbar.. ji ber evê çendê jî, ziyanek mezin gihijtiye rez û baxên hevwelatîyan.. me jî parêzgarê Silêmanîyê û alîyên peywendîdar agahdar kirine.

Rûbarê Siyakwêz jî, ji Îranê dihê û dikeve nava herêma kurdistanê de û di nav xaka herêma kurdistanê de, bêtirî 90 kîlometran dirêj dibe û dikeve nava gola Dokan de.

Nûçe:Hawrê Baweys

Back to top button