Polîtîk
Îran, Iraq û PKK civiyan
Tê îdia kirin ku serokwezîrê Iraqê Nurî Malikî li ser daxwaziya serokkomarê Iraqê Celal Talabanî li gel berpirsên PKK-ê li Bexdayê hevdînek pêkaniye.
Li gora rojnama Vatan a Tirkî dide ragihandin. Li ser daxwaziya Talabanî li Bexdayê Malikî pêşwaziya berpirsên PKK-ê Cemil Bayik û Mustafa Karasu kiriye.
Herweha rojname îdia dike ku ev hevdîtin hemî ji aliyê Îranê ve hatiye organîze kirin.
Armanca vê hevdîtinê ewe ku hêzên PKK-ê ji Qendîlê herin Suriye da ku pişgiriyê bidin hêzên rejima Esad.
Herweha di vê hevdîtinê de behsa nezingbûna serokê herêma Kurdistanê û Tirkiye jî hatiye kirin. Di vê hevdîtinê de li ser qutkirina arîkariya Barzanî ya penaberên kurdên Suriye jî hatiye sekinandin.