Ev pirtûka bêbiha lêkolînek e li ser Şêxên Axtepeyê û Arşîva wan ku ji aliyê Zeynelabidin Zinar ve hatiye amadekirin.
Di malbata Şêxên Axtepeyê de kesên ku nivîsîne ango berhem afirandine digel belge û bermahiyên wan herweha di arşîvê de pirtûkên heyî hatine peyitandin û pêşkêşê xwendevanan bûne.
Ji van zêdetir çewa ku berhemên kurdî di 1938-40î de ji aliyê leşkerên dewletê ve hatine şewitandin wek agahdarî hatiye peyitandin.
Herweha kurtejiyana Parêzvanê Arşîva Şêxên Axtepeyê Şêx Şafiî û xîretkêşiya wî di parastina berheman de hatiye nirxandin.
Pirtûk ji bo lêkolog û kurdologan berhemek bêbiha ye û gelek rê û dirb bo wan dide nîşandan.
Bi tevahiya xwe pirtûk 260 rûpel e, tê de du beş hene yek nivîs e û ya din jî wêne û gorên şêxên Axtepeyê cih girtine.
Pirtûk ji aliyê Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî ve ku navenda wê li Stockholmê ye hatiye weşandin.
[email protected]
004670 7675516 yan jî 0090 5330293000