Îran hewla hack kirina nameyên elektroniyê karmendên WHO daye

Li gor raporeke Reuters grûpek ji hakkeran ku tê gumankirin li gel Hikûmeta Îranê peywendiyê dabin, hewl dane emaila beşek ji karmendên Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) ku li peywendiyê li gel qeyrana Korona mijulî çalakiyêne hack bikin.

Çar çavkaniyên agahdar behsa ewe kirine ku hackker bi şandina emailên sexte hewl dane sînorê karê van karmendan bibrin, ev hewla wan ji 2ê adarê ve destpêkiriye.

Peyvdarê Rêxistina Tendirustiya Cîhanî li vê peywendiyê da eve piştrast kir û behsa ewe kir ku emaila taybetî ya beşek ji karmendên rêxistinê ketiye ber vê êrîşê lê belê hîç kesek ji wan li van êrîşan serkeftî nebûn.

Nerîna min :