Cîhan
Îran fermî bala Tirkiye kişand
Li gora nûçeya fermî ya Îranê IRNA roja çarşemba bûrî wezereta derve ya Îranê bangî balyozê Tirkiye yê Tahranê Rıza Hakan Tekin kir û notayek fermî da hukumeta Tirkiye.Tahran dibêje gelek hemwelatî, û otomobilên Îranî û herweha otubûs û TIRên Îranî li axa Tirkiye dibin armanca êrîşên PKKê.Ji Tirkiye daxwaz dike û hemwelatiyên Îranî li Tirkiye bêne parastin.Herweha li gora nûçeyek Îranî ji dawiya meha Temuzê heta niha 9 TIR û otubûsek Îranê bûye armanca êrîşên PKKê. Di van êrîşan de hemwelatiyek Îranî jiyana xwe ji dest daye.Wek di du trênên ku navbera Enqere û Tahranê de seferê dikin jî bûye armanca êrîşên PKKê, ji bo vê yekê jî seferên Tirênê hatine sekinandin.