Cîhan

Îran duyem care ji Beşar Esed pereyê xwe dixwaze

Hejmareke Endamên Parlemena Îranê îro 30.05.2020 eşkere kirin ku di şerê Sûriyê da Îranê nêzîkî 30 milyar dolar pere dane Şamê û divê Beşar niha wî pereyî ji bo Îranê vegerîne.

Hişmetulla Felahet Pîşê Endamê Parlemena Îranê li ser navê grupek ji Parlementerên Tehranê diyar kir ku ji ber virusa Korona ziyaneke gelek mezin gihîştiye Îranê. Ji ber wê yekê jî divê Beşar Esed wî pereyê ji bo Îranê vegerîne, ji ber rewşa abariya Îranê niha gelek xerape.

Li 21.05.2020 an de jî Endamekê Lîjneya Emnahiyê û Peywendiyên Derve li Parlemena Îranê ragihandibû ku welatê wan heta niha nêzîkî 30 milyar dolar daye rejîma Beşar Esed û niha Îran bi xwe tûşî qeyraneke mezin hatiye û divê Şam wî pereyê ji bo Îranê vegerîne.

Back to top button