Civak

Îran du kolberên Kurd kûşt

Îro li navçeyên tixûbiyên Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê du kolberên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatin kûştin.

Li gor çavkaniyên navxweyî berî sibehiya îro hêzên tixûbparêzên rejîma Îranê li navçeyên tixûbiyên Sîlvana ya ser bi Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê raste rast teqînê li hejmarek kolberan kir û encamê de du kolber hatin kûştin û yekî din jî bi dijwarî birîndar bû.

Rêxistina Hengav ya Mafê Mirovan eşkere kir ku du kolber hatine kûştin yek ji wan navê wî Salim Suleyman Nejade û ewê din Dawud Mecîdyane.

Her wiha zanyariyên navxweyî balê dikşînin li ser wê yekê ku xaleke serbaziya Îranê ya li çiyayê Xelîl rêgiriyê li xelkê navçeyê dikin ku biçin cihê rûdanê û termê kolberên hatine kûştin vegerînin.

Back to top button