Cîhan

Îran dê “bersiveke dijwar û guncaw” li hember sizayan bide..!

Îranê sepandina sizayên NY li ser welatê xwe wekî “neheqiyek” bi nav kir û got ku piştî ku sizayên berfireh ji nû ve hatin sepandin, ew ê “bersiveke dijwar û guncaw” bide.

Wezareta Derve ya Îranê got, “Ji nû ve aktîvkirina sizayên hatine rakirin ne tenê ji hêla qanûnî ve bêbingeh û neheq e, lê divê hemî welat ji naskirina vê rewşa neqanûnî dûr bisekinin.”

“Ji nû ve aktîvkirina biryarên betalkirî heqareteke eşkere ye li ser karê qanûnê û her hewldanek wusa bêqîmet e.

Wezareta Karên Derve ya Îranê got: “Komara Îslamî ya Îranê israr dike ku maf û berjewendiyên xwe yên neteweyî biparêze. Em ê bi tundî û bi awayekî guncaw bersivê bidin her kiryarek ku zirarê dide berjewendî û mafên gelê Îranê.”

Washington bang li Tehranê dike ku bi Dewletên Yekbûyî re rasterast danûstandinan bike. Ewropiyan hişyarî dane Îranê ku ji her tiştê ku dikare “rageşiyê zêde bike” dûr bisekine.

Back to top button