
Îran ji Iraqê daxwaza dolaran dike û dixwaze deyn û qerzên xwe bi dolar bide. Di demek de ku Iraq bi xwe di nava qeyrana darayî daye û nikare mûçeyên fermanberan jî peyda bike.
Li gor çavkaniyek li civîna Kazimî ya li gel berpirsên Îranê, de daxwaza qerzên û xaz û kerebeyê kirine ku bi dolar bide wan. bi axaftina şarezayên navdewletî jî eger Iraq biçê bin barê daxwaza Îranê wê demê peywendiyên wê yên li gel Amerîka têk diçe.
Şarezayeke peywendiyên navdewletî jî dibêje: “Wiha diyar nîne ku Mistefa Kazimî bi hêsanî biçê bin daxwazên Îranê, ji ber ku ewê Kazimî dizanê dikevê nava du aliyan ew jî Îran û Amerîka û derçûna wê ji van her du bijardeyan zehmete.