Cîhan

Îran bi fermî Îsraîlê tohmetbar dike

Îranê bi fermî Îsraîl bi kuştina pisporê xwe yê etomî Muhsin Fexrîzade tohmetbar kir. Sekreterê giştî yê NY jî daxwaz ji Îranê kir, li ser hemdê xwe be.

Duhî li devera Abserd ya Tehranê, berpirsekî pilebilind yê wezareta berevaniya Îranê û pisporekî etomî yê wî welatî bi navê  Muhsin Fexrîzade di êrişeka çekdarî de hat kuştin.

Sefîrê Îranê li NY, Mecîd Text Revançî li ser wê mijarê nameyek ji sekreterê giştî yê NY, Antonio Guteress re nivîsî û Îsraîl bi kuştina Fexrîzade tohmetbar kir.

Wî dîplomatê Îranî her wiha di nameya xwe de gotiye, Îran mafê xwe dibîne li hember wan êrişan “çi ji dest tê” bo parastina xwe bike.

Sekreterê giştî yê NY, Antonio Guteress jî bang li Îranê kir, li ser hemdê xwe be û ji tiştên ku rewşê aloztir dikin, dûr bikeve.

Wezîrê derve yê Îranê, Cevad Zerîf û serkomarê wî welatî Hesen Rûhanî jî Îsraîl bi kuştina Muhsin Fexrîzade tohmetbar kirin.

Back to top button