Îran 36 milyar dolar û 80 ton zêr daye Silêmaniyê

Nûnereke Parlemena Îranê perde li ser nihêniyek vedike û eşkere dike bi fermana Hesen Ruhanî Serok Komarê Îranê 36 milyar dolar û 80 ton zêr ji Tehranê ve anîne Silêmaniyê.

Îro sêşem li civîneke fermî ya Parlemena Îranê Kerîm Qudusî Nûnerê bajarê Meşhed li Parlemenê got: Sê sal berê 36 milyar û 100 milyon dolar bi fermana Hesen Ruhanî Serok Komarê Îranê ji bo bajarê Silêmaniyê hatiye veguhestin.

Li gor Mehr News ew dibêje: Wê demê pirseke li lîjneya Asayîşa Neteweyî bi amadebûna Serok Komar û Serokê wê demê yê Banka Navendî, Wezareta Îtlaat, Fermangeha Hewalgiriya Supa û Wezareta Aborî hatiye nirxandin û civîn jî bi deng û wêne li ber dest heye.

Bi fermana Rûhanî li sê salan de 36 milyar û 100 milyon dolar radestî sê grubên mafyayî yên li warê maddeyên hişbir kirine, wî pereyî û bi qaçaxî veguhestine Silêmaniyê.

Ew nûnerê Parlemen behsa civîna wê demê dike û dibêje: “Bi fermana Rûhanî li sê salan da 36 milyar û 100 milyon dolar radestî sê grubên mafyayî yên li warê maddeyên hişbir kirine, pere bi qaçaxiyê veguhestine Silêmanî ku li bin deshilatdariya Amerîka û Siudiyedaye û ji bilî wê pereyê 80 ton zêr jî ji bo heman cîhî veguhestine.”

Qudusî rexne li desthilatdarên Îranê digre û dibêje: Wê demê piştî Amerîka ji rêkeftina navekî û atomî hate derve, nirxê tumenê gelek daket û nirxê her dolareke Amerîkî li Îran ji bo 18 hezar tumenan bilindbû û diravê niştimaniyê Îranê bêqîmet bû.

Ew rexne li komek hengavên dinê Hikûmeta Îranê digre ku bûne sedema girankirina nirxê benzînê û komek karvedanên xerap yên aborî û siyasî li ser Îranê pêkhatin.

Qudusî rexne li berpirsên bankî û wezaretan jî digre ku dergehên borseyê vekirin û samanê welat bi erzanî firoştine, bêyî wê yekê hîç planeke wan ya ji bo paşeroja welat hebê.

Nûnerê Meşhed bi hûrî behsa ewe nekiriye çarenivîsa wê zêr û pereyê ku veguhestine Silêmanî çi li ser hatiye û ber bi ku ve birine yan kî biriye.

Li beranber da berpirsên Silêmanî jî hîç daxuyaniyek nedane ku çi li wî pereyî kirine û ji bo çi mebestekê bikaranine ku di demek de li Herêma Kurdistanê berdewam dilgiraniya ewe heye ku destê Îranê li ser Silêmaniyê de gelek bihêze.

Nerîna min :