CivakRojev

Îradeya gelê me ji napalmên dijmin bihêztir e

Serok Barzanî bi minasebeta çil û heştemîn salvegera bordûmana bajarokê Qeladizê peyamek belav kir.

Îro 24 Nîsanê û 48 saliya bordûmana bajarokê Qeladizê yê Herêma Kurdistanê ji aliyê rêjîma Beis ya Iraqê ve ye.

Serok Barzanî bi vê helkeftê peyamek belav kir. Peyama wî wiha ye:

Bi boneya 48emîn salvegera êrîşa li ser Qeladizê ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve, silavên xwe pêşkêşî xelkê wî bajarî dikim, wan nîşan dan ku bi rastî îradeya gelê Kurdistanê ji mûşekên napalm û siyaseta tunekirinê ya dijminan bihêztir e.

Back to top button