Polîtîk

Însiyatifa referandumê nameyek ji bo parlementera rêkir

Li Bakurê Kurdistanê Însiyatifa Referanduma Serxwebûnê, ji bo pişgiriya referandumê bi hêz bike xebata xwe berdewam dike. Însiyatifê ji bo hemû parlementerên parlementoya Tirkiye nameyek rêkir. Di vê derbarê de însiyatifê ji bo çapemeniyê daxûyaniyek nivîskî ragihand. Daxûyanî:


Bo Çapemenî û RagihandinêDi 15ê tîrmehê da, li Amedê li ser rapirsiyê, ku di 25ê İlonê da wê were encamdanê, komxebatek hatibû çêkirin û desteyek bi navê “Însîyatîfa Pîştgîrîya Referandûma Serxwebûnê” hatibû diyar kirinê. Înîsiyatîf ji bona kar û xebatê nexşerêyek amade kiriye, ku xelek ji vê nexşereyê şandina nameyek bo hemû nunerên herêmê bû.Înisiyatîf bê ciyawaziya partî, nameyek şande bo hemû endamên Parlamentoya Tirkiyê, ku li bajarên Kurdistana Bakur hatibûne hilbijartin.İnîsiyatîf di destpêka nama xwe da behsa biryara gişpirsiyê dike û usa dibêje: “Hêrema Kurdistanê, ji ber siyaseta Baxda ya dij Desturê, mecbur maye, ku biryara encamdana referandumê bide. Di sala 2005’an da Kurd ji bona amade kirin û pêjirandina destura heyî ya Îraqê gelek hewl dan û rola serekî ya Kurdan bû. Destura Iraqê li ser şirikatiya wekhev hatibû amade kirin û destureka federal bû. Le belê hikumeta navendî pebendê desturê nebû û xalên wê cî be cî nekir.”Înisiyatîf di nama xwe da dibêje, ku siyaseta hanê ya hikumeta navendî bûye sedema hindê, ku li Iraqê pêkve jiyan ne mimkun be. Nameya Înîsiyatîf usa berdewam dike: “ Di zirufa usa da tiştekê siruştî ye, ku Herêma Kurdistanê bona parastin û desteber kirina hebûn û dehatuya xwe reyekê dinê bigere. Ji bona vê yêkê jî encamdana referandum ji bona diyar kirina dehatuya xwe mafekî rewa ye û ji aliyê hiquqa navnetewî ve hatiye parastinê.”Di beşekê dinê nameyê da tê gotin, ku hemû pekhateyên dînî û netewiyên Herêma Kurdistanê piştgiriya biryara referandumê dikin.Di nama da “referandum li ser Tirkiyê û navçe ne metirsî ye. Berovajiya wê pêyvendiya herdu welatê cîran di warê siyasî, aborî û çandî da geştîr bike û bibe alîkarek bi hêz daku, aramî û asayiş di navçe da cîgir be.”Di dawiya nama da Înîsiyatîf banga nunerên herêmê dike, ku bona rêzgirtina vîna gelê Kurdistana Başur, ku bi rêka referandumê wê diyar bike, kar û xebatê bikin.Înîsiyatîf tekez vê yêkê dike û dibêje, ku “her piştgirî li referandumê, ku Herêma Kurdistanê bona diyar kirina vîna xwe, her usa piştgiriyek li cîgir bûna aramî û asayişê ye, piştgirî ye li çareser kirina pirsa Kurd bi rêka diyalog û demokrasî”.05 Tebax 2017Însîyatîfa Pîştgîrîya Referandûma Serxwebûnê

Back to top button