Îmralî dibe baregehek siyasî
Li ser daxwaziya Ocalan 8 girtiyên din yên PKKê rêdikin Îmralî. Wek tê zanîn sala 2009ê ji bû Ocaln tenê nemîne 5 girtî rêkirin girava Îmralî. 4 ji wan girtiyên doza PKKê û yek jî ji doza rêxistina çepên Tirk TIKO bû.
Ji berî demekî Ocalan da xuyakirin ku hêdî wan 5 girtiyan li Îmralî naxwaze. Li ser vê yekê serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan axavtinek ya xwe de gotibû: Ji bû tenê nemînê me hinek girtî rêkirin Îmralî. Niha jî dixwaze ew girtî ji Îmralî herin.
Lê di demek nêzik 8 girtiyên din yên doza PKKê rêdikin Îmralî. Ev kes dêji aliyê Ocalan ve bên destnîşankirin, piştî erêkirina wezîrê Dadê wan dibin Îmralî. 4 ji wan jinin û 4ên din jî mêrin.
Dixweyê Îmralî ji girtigehê zedetir dibê baregehek siyasî ji bo pêwendîyên li gel dezgehên dewletê û rêvebirina tevgera PKKê . Li ser vê yekê gelek şiroveyên cuda tên kirin.