IMPR Konferansa: “Kurd modela çareserî, demokrasî û aştiyê nîqaşê dikin” saz dike
Navenda Lêkolînên Aştiya Rojhilata Navîn a Navdewletî (IMPR) konferansek bi navê “Kurd modela çareserî, demokrasî û aştiyê nîqaşê dikin” li dar dixe.
IMPR li ragihandinekî dide zanîn ku armanca li dar xistina vê konferansê ewe ku li pêvajoya çareserkirina pirsa Kurd ya li Tirkiyê, ji aliyê Kurdên Iraq, Îran û Suriyê ve çawa hatiye pêşwazîkirin û her wiha hêvî û ramanên wan bidin xuyakirin.
Her wiha tê çaverêkirin ku ew nêrîn û pêşniyarên cûda cûda yên çareserkirina pirsa Kurd, li hemû rojhilata navîn de yarmetiya pêşketina demokrasiyê jî bide.
Konferans wê li rojên 09-10.11.2013 li Enqerê bê li dar xistin û bernameya konferansê û beşdarvanên konferansê wê paşê bê ragihandin û zimanê konferansê wê bi Kurdî, Ingilîzî, Tirkî be û heman demî de wê axaftin bêne wergerandin.